Li Awûstûryayê 14 saziyên di bin banê FEYKOM’ê, saziyên weke Defend Kurdistan, Bundnis û Enternasyonalîstên Awûstûrya piştgirîiyê didinê, ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parlamentoya Awûstûryayê bê nîqaşkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Kampanya dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û piştre pêşkêşî Meclîsê bê kirin.
Daxwazên ji Hikûmeta Federal a Awûstûrya û Komîteya Wezîran wiha ne:
– Dawîkirina li tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bînin û bêhiqûqiyê ji holê rakin.
– Divê Birêz Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
– Daxwazên di raporên CPT’yê de bicihanîna û biryarên DMME’yê bên bicihanîn.
-Binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tavilê ji holê bê rakirin
– Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku 25 sal in bi komploya navneteweyî dîl tê girtin, pêk were.
Çalakvanan her wiha banga tevlîbûna meşa dirêj a ku wê li bajarên Lînz, St.Polten û Viyana yên Awûstûryayê bi dirûşmeya azadiya ji Ocalan re azadî bê lidarxistin, kirin.
Cih û rojên mîtîngên ku wê di meşa dirêj de bên lidarxistin wiha ne:
Lînz: 15.02.2024 | 18:00 | Volksgarten
St.Polten: 16.02.2024 | 16:00 | Muhlweg 83A
Viyana: 17.02.2024 | 15:00 | Opera Karsplatz