DEM Partî li navçeyên Elbak, Payîzava û Westan ên Wanê buroyên hilbijartinê bi coş vekir.
Gelê ku li navçeya Elbakê beşdarî merasîma vekirinê bû, di ketina bajêr de namzetên hevşaredariyê bi coş pêşwazî kirin. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal got, “Em ê dawî li polîtîkayên qeyûman bînin.”
Li navçeyên Payîzava û Westanê jî bi girseyî buro hatin vekirin. Gelê Payîzavayê eleqeyeke mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan. Namzeta Hevşaredar Mukaddes Karakoç diyar kir ku tayînkirina qeyûman bandorê li projeyên neqediyayî kir. Namzeta Hevşaredara Westanê Kubra Aktî destnîşan kir ku ew ê bi nûnertiya wekhev şaredariyê bi rê ve bibin.
Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, bal kişand ser grevên birçîbûnê û daxwaza azadiya Ocalan kir. Zeydan got, “Tişta ku pêwîstiya gelê me pê heye ne şer û ne jî tecrîd e. Pêwîstiya gel bi aştî, muzakere û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê heye.”
DEM Partî li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yekemîn buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar got, “Em ê Serêkaniyê bi ser bikevin. Îradeya xurt a ji vir derkeve wê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kedeke mezin bide.”
Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk destnîşan kir ku ger DEM Partî bi ser bikeve wê gelê welatparêz jî bi ser bikeve û wiha axivî: “Doza me doza azadî û demokrasiyê ye. Hilbijjêrên gelê Kurd îro di girtîgehan de ne. Beriya her tiştî îro li ser birêz Ocalan polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin. Li ser vê yekê li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Em ji vir hemû hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin.”