Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, desteserkirina peywira hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat protestokirin. Şandeya ku Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di nav de bi gel re hevdîtin kirin û çûn serdana esnafan.
Piştî serdana esnafan girse derbasî Parqa Mûsa Anter bû û hevdîtina gel pêk anî. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê û yên navçeyan, rêxistinên navend û navçeyan û gelek welatî tevlî hevdîtinê bû. Di dema hevdîtinê de dirûşmeyên “AKP neheqe, qeyûm diz e”, “Dest nede vîna vîna min”, “Dem dê bê AKP hesabê bide gel” û “Qeyûm darbeye” hat berzkirin.
Şande piştî serdana esnafan li Parka Mûsa Anter beşdarî civîna gel bû. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê, hevşaredarên navçeyan, rêxistinên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankartên “AKP neheq e, qeyûm diz e”, “Dest nede vîna min” û “Qeyûm biçe” hatin hilgirtin û dirûşmên “Roj wê bê dewran wê biguhere AKP wê hesab bide gel” û “Qeyûm darbe ye” hatin berzkirin.
‘MIZGÎNIYA AKP’Ê JI BO WELAT ŞER Û DIJMINATÎ YE’
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel de axivî û got, “Kurd, dostên wan û hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin 5 rojin li hemberî destserkirina vîna xwe li ber xwe didin. Em ji bajarê berxwedanê Wanê bang dikin. Em qeyûmên we nas nakin û em ê li dijî wan bisekinin. Mizgîniya ku AKP dide welat tenê şer û dijminatî ye. Erdogan di daxuyaniya xwe ya du rojan da gotibû, “Wê wek Colemêrgê bidome.” “Em ê heta dawiyê li dijî zilma we li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin.”
‘EV DEWRA WÊ JI BO GELÊ KU WE ÊŞKENCE LÊ KIR BIGERE’
Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari axivî û diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hem xespkar û hem jî desthilatdariya AKP-MHP’ê hat têk birin. Tûlay, diyar kir ku desthilatdar dejavû dijî û darbeya sêyemîn jî li Gelê Kurd didin jiyîn û wiha pê de çû: “Hevparên hikûmeta AKP û MHP’ê tifaqa Ergenekon û JÎTEM’ê ji bo zextên siyasî û darbeyê li ser gelê Kurd bikin xebatên hevpar didomînin. Ez ji gelê Kurd û Wanê dipirsin; Ma hûn ê rê bidin xespkaran? Nêzîkatiya gelê Wanê, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê yên li hemberî xespkaran peyama gelê me yê li vir e. Gelê me yê hêja di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiv da hemû Tirkiye û cîhanê. Bi du awayan bersiv da. Beriya her tiştî me hemû şaredariyên ku hatibûn desteserkirin, yek bi yek ji zîhniyeta xespkar-derbeyê û vê hikûmetê paşde girt. Ya duyemîn, me şaredariyên nû lê zêde kirin û AKP’ê di dema desthilatdariya xwe ya 22 salan de di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûna xwe ya herî mezin dît. AKP paşve diçe. Ev tifaq paşve diçe. Xebatkarên cemaweriyê yên ku hêviya alîkariyê ji vê tifaqê, tifaqa gel, AKP’ê dikin, bi taybetî jî hûn polîsên ku timî rê li me digirin, dê ev dewran li we re vegere. Ev dewran paşve dizivire. Ev rewş ji bo kesên ku we êşkence kirine vediguhere.”
‘EM Ê LI HER DERÊ LI BER XWE BIDIN’
Tûlay Hatîmogûllari bal kişand ser xespkirina Şaredariya Colemêrgê û wiha domand: “Îro cara sêyemîn e ku armanca wan ew e ku şaredariya xesp bikin û bi qasî ku em ji peyamên Erdogan fêhm dikin, ew ê li hinek cihan hewl bidin tişta ku li Colemêrgê dest pê kiriye bidomînin. Lê bila zanibin ku em ê heta dawiyê li Colemêrg, Wan, Amed û Mêrdînê li her derê li ber xwe bidin. Berxwedana li dijî zîhniyeta qeyûm tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê. Di vê têkoşînê de em bi tenê nîmin. Di vê têkoşînê de me ji gelek rewşenbîr, demokratên li Tirkiyeyê, şoreşgerên Tirkiyeyê, sosyalîst, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên ji siyasetê dûr ketine piştgiriyê girt.”
‘EM Ê BI HEV RE LÊNÛSKA AKP’Ê BIGIRIN’
Hveserok Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku serdema desthilatdariya AKP’ê bi dawî bûye û wiha axivî: “Lênûska AKP’ê em ê bi hevre bigirin. Bi tevî hemû gelên Tirkiyeyê ve. Em ê bi kesên ku li dijî qeyûman demokrasiyê diparêzin, lênûska AKP’ê bigirin. Bi xespkirinê, AKP’ê mafê dengdayînê jî desteser kir. Li ser demokrasiyê beton rijandin. Em ê bi diran û neynûkan betonê ji holê rakin, em ê bi hev re jiyanek nû bidin demokrasiyê. Em careke ji keleha berxwedanê Wanê banga xwe dubare dikin. Werin em bi hev re berxwedanê mezin bikin, xespkaran bişînin û destûrê nedin xespkaran. Werin em bi hev re vê hevgirtinê mezin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi hevgirtin û rêxistiniya girseyî ya bi gelê xwe re em ê bikin ku xespkaran paşde bişînin. Em ê rê li ber xespkaran bigirin.”
Piştî axaftinan bi dirûşme, çepik û tililiyan heta avahiya DEM Partiyê meşiyan.