Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, û darizandina failên wan li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya hefteya 1002’yan pêk anîn. Malbat û parêzvanên mafên mirovan ên ku tevlî çalakiyê bûn qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de beşdarvanan aqûbeta Veysel Guney pirsî.
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Besna Tosûnê ve hate xwendin. Tosûnê di daxuyaniyê de diyar kir ku Veysel Guney piştî derbeya 12’yê Îlonê hatiye binçavkirin û bêyî mafê xweparastinê bi awayekî birîndar hatiye îdamkirin. Besna Tosûnê destnîşan kir ku cenazeyê Veysel Guney ji malabata wî re nehatiye teslîmkirin û ev yek weke sûcekî li dijî mirovahiyê pênase kir.
Nameya Dogan Guney ê biraziyê Veysel Guney ji aliyê Mehmet Salîh Guney ê Serokê Şaxa ÎHD’ya Wanê ve hate xwendin. Di nameya Dogan Guney de ev yek hatin gotin: ‘’Tevî ku 43 sal derbas bûne jî diyar e hê jî gora mamê min hinekan ditirsîne ku ji ber wê ye teslîmî me nakin. Em ê tim lêgerîna Veysel Guney û hemû windayên xwe bidomînin.’’