Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî îro li bajarê Kobanê bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî re civiya.
Di civînê de rêbazên xurtkirina ewlehî, aramî, parastina şêniyan, mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin nîqaşkirin ku hewldaên ewlehî û birêxistinkirina xebata saziyan li parêzgehê xurt dike.
Her wiha her du aliyan bal kişand ser girîngiya hevrêziya hevbeş û xebata bi ruhê berpirsiyariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Kobanê û gundên wê.

