Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Êzidiyan li Kolana Sakaryayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de ku gelek kes û jinên Femînîst ên Sosyalîst, Navendên Civakî, EHP û TÎP’ê jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me di 10’emîn salvegera fermana 74’an de qirkirina Êzidiyan û jinên hatin qetilkirin ji bîr nekir. Em ê rê nedin wan ji bîr bikin.” Wêneyên ji komkujiyê hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Kujer DAÎŞ e” “Hevkar AKP” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
‘DESTHILATDARÎ JI BO RAWESTANDINA ÇETEYAN TU GAV NEAVÊT’
Bi ser navê jinan, Hevseroka Giştî ya DEM’ê ya Enqereyê Tatlîgul Gul daxuyanî da çapemeniyê. Tatlîgul anî ziman ku Şengal ji ber cihê xwe her tim bûye hedefa sermayedaran û destnîşan kir ku li vir yekîtiya gelan jî tê hedefgirtin. Tatlîgul got, “Ev hikûmetên ku ji monîzm, neteweperestî û zayendperestiyê xwe xwedî dikin, Şengal kirine qada şer a li dijî gelên xwedî nasname, bawerî û çandên cuda dijîn. Di rastiyê de li Şengalê Ereb, Tirkmen, Kurd, Suryan, Gurcî, Şîe, Sunnî, Êzdî û hwd. gelek civak dijîn. Şengal hem ji ber cihê xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe ya piralî, hema bêje weke Rojhilata Navîn a biçûk e û di hedefa hêzên hegemonîk de ye. Hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên li herêmê bi polîtîkaya ku gelên li vir dijîn ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev şer dikin, nîjadperestiyê gur kirin. Êrîş bi taybetî li dijî Êzidiyan, ziman, çand û baweriya wan hate kirin.”
Tatlîgul, anî ziman ku civaka Êzidî yê di dîrokê de bi qirkirinê rû bi rû hatiye, herî zêde bi polîtîkayên qirkirinê re têkoşiyaye û got, “Mal hatin talankirin, cihên pîroz hatin hedefgirtin, gor hatin rûxandin û civakek tevahî hate qetilkirin. Armanc ew bû ku bi darê zorê kesên ku ji komkujiyê sax mabûn, vê derê vala bikin. Dema ku gelê Şengalê û jinên Êzidî yên Şengalê bi vê qirkirinê re rû bi rû man, hêzên siyasî ji bo pêşîgirtina li van çeteyan ti hewldanek jî nekirin. Çeteyan jin û zarokên Êzidî revandin welatên cuda bi taybetî Tirkiyeyê. Agahiyên ku ji raya giştî re û pêvajoyên hiqûqî têne nîşandayîn nîşaneyên herî zelal ên vê yekê ne. Di serî de li Enqere û Kirşehîrê ku bi hezaran kîlometre dûrî Şengalê ne, jin û zarokên Êzidî yên dîl hatin girtin, xemsariya hêzên siyasî jî radixe ber çavan. Herî dawî jî dosyaya binçavkirina keçeke Êzîdî ji aliyê malbateke DAê ve li Enqerê berdewam e.”
BÊTEHEMULIYA JİYANA WEKHEV Û AZAD
Tatlîgul wiha berdewam kir: “Dîsa dema ku van çeteyan li Amed, Enqere, Pirsûs û Dîlokê gelek komkujî pêk anîn û bi dehan canê me girtin, hêzên tarî yên li pişt vê qetlîamê nehatin eşkerekirin û berpirsên siyasî yên ku ji bo pêşîgirtina li vê komkujiyê tedbîrên têr negirtin. Polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya li welat îro jî weke berê li ser esasê dijminatiya li hemberî gelê Kurd û jinan berdewam dike. Bombebarana îro ya li Şengal û Rojava jî îspata herî mezin e. Dîsa di bin navê ‘ewlehiyê’ de ev dijminatî di bingeha valakirina bi darê zorê ya gundên ku gelê Kurd li Herêma Kurdistana Federe lê dijîn û valakirina van deran e. Li dijî jiyana nû ya wekhev û azad ku di pêşengiya jinan de li Rojava û Şengalê hatiye avakirin bêtehamulî heye.
Li dijî mantiqê netew-dewletê yên desthilatdariyên serdest ên mêr ên kapîtalîst ku bi şer tê xwarin, jiyana nû ya di pêşengiya jinan de li Şengal û Rojava hatiye avakirin modeleke alternatîf pêşkêşî hemû gelan kiriye. Berpirsiyariya me ya îro ye ku em hevgirtinê bi jinên Şengal û Rojava re berfireh bikin û jiyana nû ya li ser wekhevî û azadiyê hatiye avakirin biparêzin. Jinên Şengalê bi berxwedana xwe ya li hemberî komkujiya 10 sal berê li Şengalê pêk hat ji bo jinên cîhanê bûne mînak. Roj roja parastina vê jiyana bi hev re û bi xurtî xurtkirina hevgirtina bi jinên Şengal û Rojava re ye. Têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn bilind dibe, têkoşînek pir mezin e ku bi vê polîtîkaya şer û polîtîkayên qirkirinê yên ji aliyê hêzên tarî û çeteyên hevkar ve tê meşandin, nayê fêhmkirin. Berxwedana jinên Êzidî îspata herî mezin a vê yekê ye. Ji bo rêzgirtina ji vê têkoşînê re, divê komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anî ji aliyê Tirkiyeyê ve weke jenosîd bê qebûlkirin.”
‘HÊJ JÎ LI BAZARAN KOLE TÊN FIROTIN’
Piştî daxuyaniyê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji bo careke din ev komkujî pêk neyên li hev civiyan. Ayşegul got, “Berî her tiştî ji aliyê fezayî ve li cihê herî nêzî me binêre, li pêşiya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ye. Ya ku divê bê kirin, naskirina îro ye. Tê wateya îro zanîn û rûbirûbûna dîrokî ya ku bûye sedema vê jenosîdê û çi di roja vê qirkirinê de bûye. Cîrantî vê yekê ferz dike, hevaltî vê yekê ferz dike, nêzîkbûna erdnîgarî vê yekê ferz dike, nêzîkbûna bi kurdên nava welat vê yekê ferz dike. Lê deh sal derbas bûn, bila ev rûbirûbûnek wiha neyê kirin, hê jî odeyên DarkWeb yên di destê DAÎŞê de li Tirkiyê dîl in, mixabin li bazarên koleyan têne firotin û hîn jî têne firotin. Îdiayên pir giran hene.”
‘BILA WEK KOMKUJÎ WERE QEBÛLKIRIN’
Ayşegul wiha got: “Em hê jî behsa bi hezaran Êzidiyên ku nikarin vegerin ser axa xwe û çawa dikarin bijîn dikin. Erdnîgariya ku em behsa wê dikin, erdnîgariya Şengalê, erdnîgariyek e ku ji sedî 70’ê Êzidiyan lê dijîn. Niha hinek dibêjin vegerin wir, wek mînak Bexda. Divê ew çawa vegerin? Kî dê ewlehiya Kurdên Êzidî yên ku dê vegerin wir misoger bike? Jinên Êzidî dipirsin. Em careke din ragihînin; Wê çarenûsa van hemû zarok û jinên winda çawa be? Yên ku bûne sedema windakirina wan, yên ku bi awayekî beşdarî vî sûcî bûne, yên ku vê qirkirinê paşguh kirine, yên ku guhê xwe ker kirine, bila bizanibin ku em ê nehêlin ku ew vê yekê ji bîr bikin, em jin em ê nehêlin ev yek bê jibîrkirin. Heger em xeta têkoşînê ya hevpar a li hemberî van bûyerên dîrokê berfireh nekin û dengan li vir zêde nekin, mixabin em ê bi bêdengiya xwe yên dixwazin wan ji bîr bikin xurtir bikin. Desthilatdariya wan nakin. Ji van qetlîaman hesap xwestin, dîtina jinên Êzidî yên hatine windakirin, hesabpirsîna wan û rûbirûbûna wan, di têkoşîna hevpar a li ser aqûbeta van zarokan de, îro di têkoşîna li dijî jinkujî û qirkirinê de xwedî wateyeke pir bi nirx e.”