Meclisa Gişt a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî bi amadebûna rêveber, hevserokên meclis, saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya navenda Mala Êzidiyan a li Şêxmeqsûdê hat dayîn.
Endamê melisê Menan Cafer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hikumeta Şamê ya desthilatdar a diyalogan red dike û çandên din qebûl nake bepirsa rewşa aloz a li welat e û wê hişt ku welat bibe qadda tesfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî ya li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi hemû etnîk, ol, mezheb û baweriyê wê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwe bi rêxistin dikin û wiha hat domandin “Em hewl didin bêyî cudabûna nijadî, lê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên taxê mil bi mil Sûriyeke demokratîk a pirrengî ava bikin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku “hinek alî yên girêdyî dewleta Tirk a dagirker bi taybetî hevkarên Îtîlafê, xayîn û ENKSˈê bi rêya îdiayên nerast siyasetên valakirina her tu taxan dimeşînin. Hewl didin bêyî garantiyên navneteweyî gel ber bi Efrînê ve bidehfînin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her du taxan bimînin û bi van îdiayên nayên xapandin.”
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe yên gihandina tevahî pêwîstiyên jiyanê ji gel re bi cih bînin.
Her wiha berxwedana şêniyên taxê, Yekîneyên Şehîd Jiyan Tolhildan û Hêza Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin û hat gotin “Em bi rêveber û gelê xwe hene heya Sûriyeke ewle misoger bikin.”