Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku 4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a şêniyên Efrînê yên koçber de vegeriyabûn bajarê xwe û di dema vegerê de ji hêla hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî, roja Sêşemê 4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a koçberên Efrînê de vegeriyabûn malên xwe, girtibûn.

