‘Meşa hurmeta li îradeyê’ ku DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji Stenbol û Îzmîrê da destpêkirin, 1’ê Tîrmehê gihîştibû Edeneyê.
Meşvan şeva xwe li bajêr derbas kir û piştre berê xwe dan Êlihê.
Meşvan serê sibehê li ber avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê li hev kom bûn û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û tilîliyan hatin birêkirin.