Çalakvanan li ser rêya Belê meşiyan ku ev rê dema ku Rêber Apo li Curnê Reş kar dikir weke ‘Rêya Azadiyê’ pênase kiribû.
Jinan di meşê de dirûşmên ji bo azadiyê qîriyan. Di dawiya rê de jî çarikên xwe yên spî bi dara tûyê ve kirin û daxwaza aştî û azadiyê kirin.
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan daxuyanî da, bal kişand ser wateya meşê û got, “Beriya 47 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî li vê derê meş û rêxistinî kirin. Rêyek danî pêşiya xwe û hevalên xwe. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran girtin girtin, lê belê ev têkoşîn neqediya, her roj mezin bû. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya jinan, azadiya gelan e. Ji 27’ê Sibatê dema destpêkirina pêvajoyê û vir ve ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, em jin bi berpirsyariya pêvajoyê radibin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd dikare bê meşandin.”
Çîmen Fîdan anî ziman ku meş wê dewam bike û got, “Em silavên xwe yên germ ji Îmraliyê re dişînin. Meşa me ya ji paytexta Kurdistanê ber bi paytexta Tirkiyeyê dewam dike. Em ji Curnê Reş silavên xwe yên germ ji Îmraliyê re dişînin.”