Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mîtînga Stenbolê: Werin em têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê mezin bikin!
Rojane

Mîtînga Stenbolê: Werin em têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê mezin bikin!

Di mîtînga Stenbolê de bi deh hezaran kes desteserkirina şaredariya Colemêrgê ya ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê pêk hat, şermezar dikin. Di mîtîngê de Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gunnu Ertaş Înce daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo li ser piya bimîne û hebûna xwe bidomîne êrîşên xwe yên li ser civakê didomîne. Gunnu Ertaş Înce destnîşan kir ku desteserkirina şaredariya Colemêrgê “amûra fetisandina maf û têkoşîna azadiyê ya Kurdan e” û destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyê êrîşeke li dijî hemû beşên civakê yên ku jiyana hevpar a wekhev û azad dixwazin e.

EM Ê WAN JI COLEMÊRGÊ DERXIN

Gunnu Ertaş Înce wiha berdewam kir: “Bloka desthilatdar a ku Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê daniye aliyekî, di bin navê ‘Destûra Bingehîn a Nû’ û ‘nermbûnê’ de hewl da bertekên civakî bixin bin kontrola xwe û bi heyama 3’yemîn a qeyûman re mafê dengdanê û hilbijartinê yê gelê Kurd ji holê rakir. Bi netewperestiyê hewl didin civakê ji hev qut bikin. Hewl didin şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine bi rêbazên derbeyê desteser bikin.

Em dizanin ku êrîşa qeyûman tenê bi desteserkirina şaredarî û darbeyê re sînordar nîne. Bernameya Dema Navîn, qanûna nû ya bacê, amadekariyên operasyonên li ser sînor, girtinên 1’ê Gulanê û Kobanê bi hev girêdayî ne. Divê hemû beşên civakê, di serî de karker û kedkar, li dijî van êrîşên ku li gorî hiqûqa sermaye jî ne qanûnî ne, bisekinin.  Em ê êrîşa qeyûman a ku li Wanê bi îradeya gel hat şikandin, îro jî li Colemêrgê bişkînin. Bi vê mîtînga ku me îro li vir pêk anî, me yek ji pêngavên têkoşîna yekbûyî ya li dijî mêtingerî, zext û darbeya qeyûmê avêt. Bi xurtkirina van gavan em ê qada hevpar a têkoşînê mezin bikin û li gorî bersivê bidin êrîşan.”

JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Çîna sermaye û hikûmeta AKP-MHP’ê ya di xizmeta wê de ye, ji zêdebûna hêrsa karker, kedkar, ciwan û gelên ku bi xizanî û bêpêşerojê re rû bi rû ne, ditirsin. Ji ber vê jî zext û zordariyê zêde dikin. Taksîm, qada 1’ê Gulanê qedexe dikin û kesên li dijî qedexeyên kêfî derdikevin jî digirin. Taksîm di 1’ê Gulanê de nayê qedexekirin. Em ê ji bo azadiya 1’ê Gulanê, ji bo Taksîmê, ji bo girtiyan têkoşîna xwe bidomînin.

Bi dozên kûmpasên Gezî û Kobanê re nikarin têkoşîna gel a mafdar û rewa asteng bikin. Em ê rê nedin desthilatdariya zalim û paşverû û êrîşî çeteyên wan ên weke DAIŞ’ê. Em ê heval û hevrêyên xwe yên bi kûmpasên Gezî û Kobanê dîl hatin girtin bigirin û bi AKP-MHP’ê re hemû çete, mafya, dewleta talanê bişînin sergoya dîrokê.

Yên ku nanê karkeran kêm dikin û pêşeroja wan didizin; Yên ku bi lîstika herêmên rezervê plana tasfiyekirina malên wan dikin û yên ku dixwazin vîna siyasî ya gelê Kurd bidizin, heman hêz in. Em ê bi têkoşîna hevpar van êrîşan rawestînin. Emperyalîstan û hevkarên wan polîtîkayên xwe yên şer li hemû cîhanê kûrtir dikin. Em li dijî şerê li ser gelan in. Ji bo betalkirina hemû peymanên eşkere û veşartî yên bi emperyalîstan re hatine îmzekirin û ji holê rakirina baregehên NATO û amûrên mîlîtarîst ên li her derê welêt hatine avakirin, em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Weke ku ji helwesta durû ya bloka AKP-MHP’ê ya li hemberî qirkirina li Fîlîstînê jî tê dîtin, her cure operasyonên ferasetê ji bo kêfa emperyalîzmê tê meşandin. Bazirganî, dîplomasî û hwd tê wateya şirîkatiya komkujiya gelê Filistînê. Em li cem gelê Filistînê ne. Ji bo qutkirina hemû têkiliyên bi Îsraîlê re, bi taybetî jî têkiliyên bazirganî û leşkerî, em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Em bang li hemû karker, kedkar, gelan, hemû beşên bindest dikin ku xwedî li ked û azadiya xwe derkevin û li dijî êrîşên kubi qeyûman ve tên ferzkirin, têkoşînê berfireh bikin. Em bang li we dikin ku li kargeh, tax, dibistan, mal, zeviyan û qadên jiyan li dijî kesên ku zext, mêtingerî, xîzanî û darbeya qeyûman ferz dikin têkoşîna yekbûyî berfireh bikin û gavan bavêjin. Em bang li we dikin ku ji bo afirandina cîhanek wekhev, azad, bê şer û bê  îstîsmarê seferber bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd Mihemed Dilbixwîn li Kobanê hat veşartin
Nûçeya Pişt re Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Soza me soza azadiyê bû!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe

Endamê delegasyona Fransayê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Emmanuel Fernandez diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenterên Spanyolî biryar dan ku alîgirên serxwebûna Katalanê bên efûkirin

Pêşnûmeya ku ji aliyê hikûmeta Sosyalîst a Pedro Sanchez a li Spanyayê ve ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê êrîş kir, Hêzên Parastina Siwêdayê bersiv da

Fermandariya Parastina Neteweyî ya Siwêdayê ragihand ku hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Şamê êrîşî bajarokê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?