Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya gerîlayê şehîd hat eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya gerîlayê şehîd hat eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Mêrdînê şehîd bû, eşkere kir û got: “Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Di daxuyaniya me ya 6’ê Çileya 2024’an de; me agahî parve kir ku di 27’ê Kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê ya Mêrdînê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hevalên me de şer derketiye û di van pevçûnan de 3 hevrêyên me şehîd bûne. Di heman daxuyaniyê de me nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay eşkere kiribû û diyar kiribû ku dema nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd eşkere bibe em ê bi gelê me û raya giştî re parve bikin. Eşkere bû ku hevrêyê me yê şehîd Welat-Raman Celal e.

 

Hevrêyê me Welat ê ku bi armanca sereke ya azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi vî rengî xwe fedaî gelê me kir. Têkoşîna azadiyê ya ku li Rojava dabû destpêkirin, li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam kir û paşê li Bagokê ya ku malovaniya bi sedan mîlîtanên leheng dike derket lûtkeyê. Hevrêyê me Welat çiyayê nepenê yê di zarokatiya xwe de armanc dikir rojekê wê xwe bigihîne Bagokê, weke gerîlayê azadiyê bi serbilindî xwe gihandê û bi têkoşîna xwe îspat kir ku ew sînorê bi têlên rêsayî danibûn pêşiya gelê me bê wate kir. Hevrêyê me Welat ê ku sînorên dagirkeran nas nekir, di heman demê de bû mînaka herî şênber a parçekirina sînorên ku dagirkeran dixwestin di hiş û dilê gelê me de biafirînin. Hevrêyê me Welat bû nûnerê girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.

Em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wî ya hêja û hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe ya girêdana bi bîranîna hevrêyê xwe dubare dikin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Welat Alikî wiha ne:

Nasnav: Welat Alikî

Nav paşnav: Raman Celal

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dayik û bav: Mutîa – Lokman

Dem û cihê şehadetê: 27’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn

Hevrêyê me Welat li bajarê Qamişlo yê ku bi berxwedanê di nava dîroka Kurdistanê de cih girtiye di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Welat ku bi eslê xwe ji koçerên Sêrtê bû, piştî ku bi salan li Nisêbînê ma, neçar ma koçî Qamişloyê bike. Ev rewş bû sedem ku hevrêyê me Welat ji biçûkatiya xwe ve lêpirsîna hin tiştan bike. Hevrêyê me yê ku hewl dida sedema sînorên ku dijmin li Kurdistanê xêz kirine fêm bike, tu carî hebûna van sînoran qebûl nekir. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku her tim rûyê xwe ber bi Bagokê ve dikir û xeyala dîtina axa ku malbata wî jê hatibû û li wir bijî dikir. Hevrê Welat ê ku bi çand û perwerdehiya ku ji malbata xwe wergirtiye li gorî esasê Kurdayetiyê mezin bû, bi saya hişmendiya kûr a welatparêziyê di temenê xwe yê ciwan de bi pêşengiya partiya me PKK’ê têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrêyê me yê ku zarokatiya xwe bi guhdarkirina destanên berxwedanê yên gerîlayan bi taybet gerîlayên Bagok derbas kir, tevlîbûna gerîla bû xeyalê wî ya herî mezin. Hevrê Welat ê ku tevî ku di dibistanên rejîmê de xwendiye jî parastina ziman û çanda xwe ji bo xwe esas girt jî, bi xebatê hewl dida debara jiyana malbata xwe bike. Bi saya van taybetmendiyan bû xortekî têgihîştî ku ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin û rêz jê re digirtin. Pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, weke hemû gelê me bandoreke mezin li ser hevrêyê me Welat kir. Bi taybetî fedekariya milîtanên Apoyî yên ku di destpêka şoreşa azadiyê de nas dikir, bala hevrêyê me Welat kişand. Li hemnerî êrîşên çeteyan ji gelek herêmên Kurdistanê milîtanên yên fedaî hatin û şoreşa azadiyê parastin û ev yek bû sedema herî mezin ku hevrêyê me Welat tevlî têkoşînê bibe.

 

Li ser vê bingehê di sala 2013’yan de bi îrade û biryardariyeke mezin tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrê Welat du salan di nava refên berxwedanê de cih girt, di vê pêvajoyê de di aliyê leşkerî de xwe pêş xist. Li dijî êrîşên çeteyên yên li hemberî destketiyên gelê me tevlî gelek pêngav û çalakiyna bû, bi dayîna berdêlên mezin hewl da destketiyên gel biparêze. Hevrêyê me Welat ê ku di dema xwe ya li nava refên berxwedanê de bû şahidê lehengiya gelek milîtanên Apoyî, wan ji xwe re mînak girt. Hevalê me bi zanebûna ku ruhê fedayî yê di van hevrêyan de derketiye holê ji bîrdoziya wan e, hevrêyê me ji bo naskirina felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kedeke mezin da. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê li gelek cihan li dijî gelê me û bi taybet gelê me yê Êzidî yê Şengalê komkujî pêk anîn û dewleta Tirk a qirker piştgirî da van êrîşan, bû sedem ku hevrêyê me Welat bigihêje biryardariya berfirehkirina têkoşîna xwe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

 

Bi vî rengî hevrêyê me Welat xeyala xwe ya zarokatiyê bi cih anî. Piştî perwerdeya demkurt çû Şengalê û alîkariya gelê me yê Êzidî kir. Hevrê Welat xwe bi tevahî diyarî parastin û azadiya gelê me kir û bi moral û coşeke mezin cihê xwe di nava berxwedana Şengalê de girt. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana sûcê qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me kiriye ji xwe re armanca, li dijî çeteyan bi taybet di pêngava azadkirina Şengalê de cih girt. Hevrê Welat bi cesaret û hêza têkoşînê di rizgarkirina Şengalê kedek mezin da, di heman demê de bi sekna xwe ya mutewazî û têgihîştî di jiyanê de hurmeta hevrêyên xwe û gelê me yê Êzidî bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li Şengalê erka xwe bi serketî bi dawî kir, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku di hesreta wê hebû. Hevrêyê me yê ku dixwest demek dirêj li çiyayên ku berê demeke kurt lê mabû bimîne, bi her nefesa ku dikişand hest dikir ku ji nû ve ji dayik dibe. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku bi çiyayan re bûye yek û bi jiyana komînal a gerîla re gihiştiye azadiya rast, ji bo berfirehkirina têkoşînp xebatên xwe xurtir kiri. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk di dema Berxwedana Serdemê ya Rêveberiya Xweser li ser gelê me pêk anî û tecrîda li ser Rêber Apo têmeşandin  weke armanca xwe ya sereke danî pêşiya xwe û vê yekê jî derbasbûna Bakurê Kurdistanê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku divê di taktîkên gerîlayên serdema nû de xwe kamil bike, dest bi perwerdeya pisporî kir. Hevrêyê me yê ku di gelek beşan de firsenda xwe perwerdekirinê dît, ji bo biçe Bagokê ku cihê destanên lehengiya gerîla ku di zarokatiya xwe de lê guhdarî dikir, xwe pêşniyar kir Hevrêyê me Welat ku demekê di xebatên cuda de cih girt, bi performansa xwe ya serketî û bi tevlîbûna xwe ya rast di xebatên ku beşdar bû de baweriyê da hevalên xwe. Hevrêyê me yê ku gelek caran pêşniyara xwe ya çûyîna Bagokê bi hevalên xwe re parve dikir, ji bo bigihêje armanca xwe di vê wateyê de kedeke mezin da. Hevrê Welat ku piştî hewldaneke dirêj hevrêyên xwe qanih kir, di dawiyê de gihişt armanca xwe û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

Hevrê Welat ku dema derbasî herêma Bagokê bû ji zehmetiyên ku dê pê re rû bi rû bimîne dizanibû, bi coş û kelecana gihiştina armanca xwe di demeke kin de van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me yê ku îradeya wî ya têkoşînê di dilê wî de roj bi roj mezin dibû,  berpirsyariya dîrokî ya ku hilgirtibû ser xwe bû bi fedakarî pêk anî. Hevrêyê me Welat ku her kêliya xwe ji bo çalakiyên li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk derbas dikir û dizanîbû ku tenê bi vî rengî wê bîranîna hemû şehîdên me bi taybetî jî şehîdên Botan Hakkarî, Soro Amed, Zinarîn, Xebatkar, Medya û Cuma wê zindî bihêle. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna gelek çalakiyên li herêma Bagokê, firsenda pêkanîna lêhûrbûna xwe bi dest xist. Hevrêyê me Welat ji bo serketina Şerê Gel ê Şorşegerî di nava rêxistinkirina gelê me de cih girt, lji bo welatparêziya gelê me yê Mêrdînî di nava hewldana xurtkirina têkoşînê de bû. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku tenê bi vî rengî em dikarin bibin layiqî gelê xwe yê welatparêz, têkoşîna xwe roj bi roj mezin kir. Hevrêyê me Welat bi kesayeta xwe ya rast, dilpak û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re dihat naskirin, hezkirina hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re xebatî û gelê me yê Mêrdînê bi dest bixe.

Hevrê Welat di êrîşa dijmin a 27’ê Kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê bi hevrêyên me Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay re berxwedaneke destanî pêş xist, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Welat ê ku bi fedaî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe da, heta dawiyê girêdayî rêgezên milîtaniya Apoyî ma û xeyalên wî Kurdistaneke azad bi cih bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin
Nûçeya Pişt re HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hemo: Peyman destpêka têkoşîna ji bo misogeriya nasnameya siyasî ya Kurd e

Fermandarê QSD'ê Sîpan Hemo anî ziman ku peymana bi rêveberiya Şamê re ji bo misogerkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

SYKP-Swîsre di salvegera damezrandinê de merasîma piştevaniyê lidar xist

Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst a Swîsre (SYKP) îsal 11’emîn merasîma piştevaniyê lidar xist. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kadikoyê beriya mitînga 8’ê Adarê bi hezaran jin meşiyan

Bi hezaran jin beriya mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navçeya Kadikoyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?