Vê sibehê balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hol – Til Birak a kantona Cizîrê wesayîtek hedef girt, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
Hate hînbûn ku navê kesên hatin qetilkirin endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˋê Ebîr El Xilêf û endamê Meclis Rûspiyan Ehmed El Temê ye.
Her wiha serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Til Birak Bunyan Hesnawî jî birîndar bû û niha tê tedawîkirin.