Lijneya Giştî ya Meclîsê li ser daxwaza partiyên muxalefetê ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê parlamenterê girtî Can Atalay binirxîne civîneke awarte li dar xist. Di civînê de parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik axivî. Dema ku Şik diaxivî parlamenterê AKP’ê Alpay Ozalan êrîşî wî û Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît kir.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê betalkirina parlamenteriya Can Atalay bi dengên parlamenterên AKP’ê hat redkirin. Meclîs heta 1’ê Cotmehê ket betlaneyê.