Rojnamevan Niyaz Abdullah, anî ziman ku piştî serdana Erdogan xeterî heye ku peymanên berê yên navbera Iraq û Tirkiyeyê bikevin meriyetê.
Rojnamevan Niyaz Abdullah ji ANF’ê re axivî û da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e didome û got, “Li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûneke têrker nehat nîşandan. Hikûmetên Iraq û Kurdistana Federe bêdeng man. Rêveberiya Kurdistanê ya federe parçe ye û hêzên leşkerî jî bi vî rengî ne. Hêza 80’emîn a PDK li hin cihan alîkariya dewleta Tirk dike. Em vê yekê bi xemgîniyeke mezin tînin ziman. Li hin herêman baregehên PDK ji bo artêşa Tirk hatin valakirin. Niha ji sedî 50 ji herêma Behdînan di bin dagirkeriya artêşa Tirk de ye û hin dever jî di bin serweriya Îstixbarata Tirkiyê de ne. Mînak rayedarekî MÎT’ê got li Kurdistana Federe zêdetirî 6 şaxên MÎT’ê hene. Qala bajarên di bin kontrola PDK de ne kir, her wiha qala herêmên di bin kontrola YNK’ê de ne û baregehên sîxuriyê lê hene jî kir. Pêvajoya dagirkeriyê her ku çû dirêj kir. Ji aliyekî din ve jî dihat payîn ku hikûmeta Iraqê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê bide, lê piştî ku Tirkiyê gelek caran herikîna avê ber bi Iraqê ve birî ev rewş li ser Iraqê zextek mezin ava kir.”
BAREGEHÊN TIRK FERMÎ KIRIN
Niyaz Abdullah, bal kişand ser xeteriya piştî serdana Erdogan a li Iraqê û anî ziman ku peymanên beriya niha hatine kirin wê ji niha û pê ve bi cih werin anîn. Niyaz Abdullah, diyar kir ku yek ji xeteriyan ew e ku baregehên Tirkiyê yên li Kurdistana Federe wekî baregehên fermî bên dîtine û wiha domand, “Di salên 80’an de di navbera Iraq û dewleta Tirk de lihevkirinek çêbû ku Tirkiye dikare çend kîlometreyan derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bibe. Niha mesele bi temamî cuda ye. Di encama nearamiya siyasî, leşkerî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê de gelek pirsgirêk derketin holê. Yek ji wan jî ew e ku azadiya ramanê ji aliyê kabîneya nû ya rêveberiya Kurdistanê ve bi temamî hatiye tehdîtkirin Rojnamevan tên girtin, tên hepskirin, êşkence li wan tê kirin û neçar tên hiştin ku ji Başûrê Kurdistanê derkevin. Ev yek bûye mijareke xetere. Ji ber vê yekê di kabîneya nû ya hikûmeta Federe ya Kurdistanê de ji holê rakirina azadiya ramanê û binpêkirina prensîbên mafên mirovan bûye stratejî. Hikûmet her kesê ku wê rexne dike, digire. Rojnamevanên ji aliyê PDK ve hatine şehîd xistin hene. Kesên li Başûrê Kurdistanê rexneyan li Tirkiyeyê dikin, jiyana wan dikeve xeteriyê. Piraniya girtiyên Behdînan û rojnamevanên girtî, ji ber li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rexneyên xwe kirine tên ragirtin.”