Pispor diyar dikin ku îhtimal ji sedî 75 heye ku germahiya pênc salên li pêşiya me li gorî serdema beriya pîşesaziyê 1,5 dereceyan derbas bibe.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî (WMO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî avûhewayê raporek weşand û hişyarî da ku germbûna kûrewî wê di salên li pêşiya me de nesekine.
Li gorî raporê, tê payîn ku di navbera salên 2026-2030’an de li seranserê cîhanê germahî wê li gorî serdema beriya pîşesaziyê (1850-1900) 1,3 yan jî 1,9 dereyan bilindtir be.
Pispor diyar dikin ku di vê serdemê de ji sedî 91 îhtimal heye ku germahiyên herî kêm salekê ji 1,5 dereceyan derbas bibin.
DIBE KU SALA 2027’AN REKORA GERMAHIYÊ YA NÛ BIŞKÎNE
Li gorî WMO’yê, bûyera hewayî ya bi navê El Nino ku tê payîn di dawiya sala 2026’an de pêk were, di sala 2027’an de rê li ber germahiyên rekor veke.
A niha jî ji dema germahî hatine tomarkirin û heya niha sala 2024’an weke germtrîn sal derdikeve pêş. Di raporê de hate îfadekirin îhtimal ji sedî 86 heye ku saleke di navbera salên 2026-2030’an de vê rekorê bişkîne.
HERÊMA ARKTÎKÊ LEZTIR GERM DIBE
Rapor, balê dikşîne ser herêma Arktîkê jî ku li gorî nîvekiya kûrewî leztir germ dibe. Tê payîn ku di serdema pênc zivistanên li pêşiya me de germahiyên li herêma berbehs 2,8 dereyan ji yên serdema 1991-2020’an zêdetir bin.
Li rex vê yekê tê texmînkirin ku qeşemên deryayê Arktîkê wê kêm bibin û bi taybetî jî wê qeşaya li deryayên weke Barents, Bering û Ohotskê kêmtir bibe.
HÊ ARMANCÊN PARÎSÊ BI TEMAMÎ NEHATINE WINDAKIRIN
WMO’yê diyar kir ku zêdebûna germahiyê ya 1,5 dereceyan ya hin salan, nîşan dide ku armancên demdirêj ên di çarçoveya Parîs Agreement de hatine diyarkirin bi temamî têk neçûne.
Lê belê pispor diyar dikin ku her ku biçe wê rekorên germahiyên yên demkî zêdetir çêbibin û germahiya gerdûnî her sal zêdetir nêzîkî astên xeternak bibe. Li hemberî vê yekê hate diyarkirin kirin ku îhtimala zêdebûna germahiya kûrewî ya 2 dereceyan a di nava pênc salên li pêşiya de di bin ji sedî 1’ê de ye.

