Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran di heman demê de ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Serlêdana malbatû parêzeran bi salan e bêbersiv tê hiştin. Dadgerê Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta ‘cezayên disîplînê’ hevdîtina ligel malbat û parêzeran bi awayekî kêfî û sîstematîk 6 mehan carek qedexe dike.