În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

PJAK’ê 39’emîn salvegera karesata kîmyabarana Serdeştê bi bîr anî û got: “Ev êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de bû semboleke hovîtiya şer.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi boneya 39’emîn salvegera karesata kîmyabaranana Serdeştê, daxuyaniyek da. PJAK’ê ragihand ku ew êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de sembolek tal a hovîtiya şer bû.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di 28’ê Hezîrana 1987’an de, rejîma Bees a Iraqê berî kîmyabaranana Helebceyê ku bû sedema şehîdbûna pênc hezar kesan, çekên kîmyewî yên qedexekir li bajarê Serdeştê yê li Rojhilatê Kurdistanê bi kar anî. Di vê sûcê şer ê eşkere de, bombeyên gaza xerdelê bi ser herêmên qelebalix û niştecihbûnê yên navçeyê de barandin. Di dîrokê de gelê Kurd li ser asta cîhanê bû yekemîn qurbaniyê çekên kîmyawî.

Bi sedan jin, zarok û pîrên bêguneh şehîd bûn û nêzîkî 8 hezar kesên din jî rû bi rûyê bandorên bi êş û demdirêj ên jehrîbûna kîmyewî bûn. Bû birîneke ku hîn jî piştî 39 salan li ser can û laşê qurbanî û rizgarbûyan xuya dike.

Serdeşt di navbera desthilatxwaziya rejîma Bees a Iraqê û rejîma Îranê de bû qurbanî. Gelê Kurd ê bindest berdêleke giran di vê şerxwaziya rejîmên serdest ên ser Kurdistanê de da. Ev êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de bû semboleke tal a hovîtiya şer û bacên wê yên mirovî. Saziyên navneteweyî jî li hemberî vê sûcê bêdengiyê hilbijartin.

Wek Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), şehîdên kîmyabaranana Serdeştê bi bîr tînin û xema xwe ya kûr ji bo malbatên qurbaniyan û birîndarên ku neçarin heta dawiya temenê xwe êşa wê birînê bikişînin, bilêv dikin. Di heman demê de hawara gelê me ya ji ber êrişên kîmyewî û komkujiyên Serdeşt, Zerde û Helebceyê digihînin guhê cîhanê.

Ji bo rêgirtina li dubarebûna van hovîtiyên şer ku hîn jî zext û gefa li ser herêmên me berdewamin, divê ev sûc di asta navneteweyî de were qeydkirin û lêkolînkirin. Divê piştgiriya piralî ji bo malbatên qurbaniyan û birîndarên kîmyabaranê were kirin. Her wiha divê têkoşîna gelê Kurd a li dijî şerxwaziyê li her çar parçeyên Kurdistanê û xweparastina rewa were berfirehkirin ku rêya wê jî yekîtiya tam a gelê me ye. Em ê bîranîna qurbaniyên Serdeştê zindî bigirin, bibin dengê wan û hewl bidin ku birînên vê karesatê tu carî neyên jibîrkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû
Nûçeya Pişt re Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrezorê wesayîteke bombebarkirî teqiya

QSD’ê ragihand ku li bajarê Şihêl ê Dêrazorê wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Hevrêyên me Mazlûm û Mordem şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku şehîd Mazlûm Wan wê bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm di…

Ji aliyê Stêrk TV

Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

Encamnameya şêwra Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate weşandin û hate ragihandin ku heta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encamên hilbijartinê ya li Rûsyayê hatin eşkerekirin: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?