Li Erdemliyê 3 zarokên Kurd ên karkerên demsalê, di şeva sersalê de ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Ji ber di telefonên wan de nivîsa “Çukurova Anarşî” hebûn êşkence li wan hatibû kirin. Mehek şûn de vê carê ji ber nivîsên ser dîwaran polîsan êşkence li wan kirin.
Zarokên Kurd O.Ş., Ş.Ş û M.T yên temenê wan di navber 14 û 16 salî de ne û karkerên demsalî ne şeva sersalê li Taxa Kargipinar a Erdemliya Mêrsînê piştî GBT’ê ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Cendirmeyan hem li cihê bûyerê hem jî li qereqolê êşkence li her sê zarokên Kurd kirin. Cendirmeyan dest danîn ser telefonên zarokên û piştî lêdanê ew birin Fermandariya Jendermeyan a Kargipinari ya Mêrsînê. Piştî ku nivîsa “Çukurova Anarşî” ya li ser telefona M.T. dîtin, çêr li wan kirin, bi êşkenceyê birin qereqolê.
‘3 SAETAN ÊŞKENCE LI WAN KIRIN’
Zarokên Kurd di 29’ê Çileyê de ji aliyê polîs û cendirmeyan ve li depoya ku lê dixebitîn bi gotina “îfadeya we heye” hatin binçavkirin. O.Ş û M.T. ên ji aliyê polîsên TEM’ê ve hatin binçavkirin, ew birin TEM’ê. Polîsan bi pirsên; “Hûn rêxistin in? Serkêşê we kî ye? “Ev wêne çi ne?” êşkence li wan kirin. Zarokên ku bi qasî 3 saetan rastî êşkence û heqaretan hatin, ji polîsan re ev tişt gotin: “Tu eleqeya me bi nivîsên ser dîwaran re tuneye, em ji bo xebatê ji Sêrtê hatine Mêrsînê.” Piştî îfadeya bi êşkenceyê zarok di heman rojê de hatin berdan.
WE EM GILÎ KIRIN?
Her wiha polîsên TEM’ê telefonî cihê ku zarok lê dixebitîn kirin û xwestin wan ji kar derxin. Piştî êşkenceyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê dan. Polîsan dema hîn bûn ku zarokan serî li ÎHD’ê dane, telefonî zarokan kirin û pirsa: “We em gilî kirin?” Piştî gefxwarinê, gotin “Werin wê îfadeyên we bên girtin.” Li ser vê yekê parêzerên ÎHD’ê ji polîsan re gotin: “Zarok wê niha îfadeyê nedin”.
MALBATÊN WAN SER BÛYERÊ GIRTIN
Hate hînbûn ku ji ber ku bûyer mezin bûye zarokan rewşê ji malbatên xwe re ragihandine û ji ber ku malbatên wan li Sêrtê cerdevan in telefonî zarokan kirine û gotine: “Bûyerê mezin nekin, giliyê wan nekin û biçin malên xwe.” Nayê zanîn ku piştî hişyariyên malbatan zarok vegeriyan gundên xwe yan na.