Navenda Belgekirina Binpêkirina Binpêkirinan raporek li ser sûcên revandinê yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî kirine belav kir.
Di raporê de hat gotin komên çekdar ên bi piştgiriya dewleta Tirk girtin û revandina welatiyan didomînin. Her wiha rêjeya tundî, sûc, revandin, teqîn, kiryarên siûqastkirinê û cenazeyên nenas li herêma Efrîn û tevahî herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê de zêde bûn.
Hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên Sûriyeyê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûrî û saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê binpêkirinên xwe zêde dikin û guh nadin kiryarên serdegirtinên rojane, revandin welatiyan bi armanca wergirtina fidyeyan.
Koma Navenda Belgekirinê diyar kir ku ew bi malbat û xizmên revandiyan re di nava peywendiyê de ne û ew bûyerên revandina welatiyan li wan herêman xwe naspêrin tu muzakreyên dozgeriya giştî û piranî bi rêbazên derqanûnî tên girtin. Gelek girtî û revandî têkilî bi wan re ne pêkan e yan jî çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha gelek tawanên li dijî revandiyan bêyî delîl in anku derew in.
Li gorî rapora navendê li herêma Efrîn û herêmên din ji destpêka îsal ve zêdetirî 501 kes hatine girtin.