Serfermandarê artêşa Ûkraynayê, diyar kir ku li herêma Harkîvê yekîneyên wan rastî êrîşeke giran tên. Li gorî Oleksandr Syrsky, rewş gelekî giran bûye.
Syrskiy, behsa rewşa bi aloz ya li eniyê kir û got, “Dijmin ji bo ku axa me dagir bike, ji çeperên cuda bê navber êrîşê yekîneyên me dikin.”
Syrskiy îtîraf kir ku ‘li hin herêman dijmin bi awayekî qismî bi ser ketiye’ û wiha domand, “Li aliyê din hêzên me êrîşên dijmin têk dibin û pozîsyona ya taktîkî berfireh dike. Dijmin hê jî hewl dide bajarokê Chasiv Yar dagir bike û bombebarana li rojhilatê bajarok jî dewam dike.”
Artêşa Rûsyayê roja Înê, li herêma Harkîvê dest bi operasyoneke nû kiribû. Hêzên Rûsyayê îdîa kir ku wan neh gun bi dest xistine. Beşek ji artêşa Ûkraynayê paş ve vekişiya û hat ragihandin ku bi hezaran şêniyên herêmê reviyan bajarê Harkîv ê ku tê gotin niha bi ewle ye.
Li gorî pisporên leşkerî, ev pêşdeçûn dikare Harkîvê bike hedefa topavêjên Rûsyayî û neçar bike fermandariya leşkerî ya Ûkraynayê leşker û alavên xwe ji çeperên eniya din ên li rojhilat vekişîne.
Syrskiy got, “Rewş giran e, lê artêşa Ûkraynayê ji bo parastina çeperan û her wiha ji bo zirar dayîna dijmin çi ji destê wê tê dike.”
Lê belê pispor ji ber ku bi taybetî Ûkranyayê di warê kêmasiya çek û leşkeran de zehmetî dijî, diyar dike ku ev rewş ‘gelekî xetere ye’.