Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê şervanên YBŞ’ê demildest bêne berdan
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê şervanên YBŞ’ê demildest bêne berdan

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê hurmetê nîşanî îradeya civaka Êzidî bide û got, "Divê şervanên YBŞ'ê demildest bêne berdan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber rewşa dawî ya ku li Şengalê qewimî li Şehîdgiha Şehîd Berxwedan û Dilgeî daxuyanî da Çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Rêveberiya xweser a Şengalê Xwedêda Berkat ve hate xwendin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê de ev tişt hate gotin:

LI CIHÊ ÊRÎŞKAR BÊN CEZAKIRIN, ÊRÎŞÊ CIVAKÊ DIKIN

“Civaka Êzidî ya Şengalê civaka herî kevnar a li ser vê axê ye. Ruxmê ku bi dehan ferman, qetlîam bi ser wê de hatine hîna jî koka xwe parastiye û li ser koka xwe maye. Piştî ku rejîma Sedam Hisên hilweşiyaye, em di wê baweriyê de bûn ku hikûmeta nû rewşek ji bo civaka Êzidî ava bike ku ev komkujî û zilm careke din bi ser me de neyê. Rojekî ji rojan civaka me ti serhildan û xwepêşandan li dijî hikûmetê nekirine, lê ji bo parastina vî welatî me ked daye. Lê me di dawiyê de dît, di sala 2007’an de dema ku Şengal rû bi rûyî êrîşeke terorîstî hat ne ev dewlet ne jî pêşmergeyên girêdayî PDK’ê parastina me nekirin. Û piştî êrîşê pêwîst bû ku hikûmeta Iraqê li pey wan sûcdaran bigere û wan ceza bike. Lê ji bo vê yekê jî ti tişt nekiriye û di fermana 2014’an de jî bi heman awayî nêz bûye. Di vir de jî, bi heman awayî PDK’ê û dewleta Iraqê gelê me bi tenê di nava lepên DAÎŞ’ê de hiştin. Lê bi alîkariya şervanên azadiyê Şengalê karî xwe ji nû ve ava bike û hêzên xwe yên leşkeri saz bike, xwe ji destê çeteyên DAÎŞ’ê û fermanan biparêze.

Di wan deman de, dewleta Iraqê jî li dijî DAÎŞ’ê dest bi çalakiyan kir û herêmên xwe ji kontrola DAÎŞ’ê rizgar kir. Ruxmê van hemû tiştan jî me hebûna dewletê ya li ser axa Iraqê red nekir, me hatina wan erênî dît. Lê dewlet bi xwe van hemû rastiyan vedişêre û ji wan jî tifaqa 9’ê Cotmeha 2020’an bû ku xiyanetê li civaka Êzidî kirin. Ev jî dihat wateya ku civaka Êzidî vegere mîna beriya sala 2014’an. Vê yeke dihişt ku ew hêz û rêxistin a ku li Şengalê hatiye avakirin were tinekirin û rê li ber ferman û talanan were vekirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ HÊZÊN ME GIRÊDAYÎ PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YE

Di 18’ê Adara îsal de, artêşa Iraqê li hemberî hêzên YBŞ’ê li navenda bajarê Şengalê kemîn danîbûn bi hinceta ku şexsek hatiye revandin, ruxmê ku ew kes ne di destê YBŞ’ê de bû. Ruxmê vê rastiyê jî hêzên Iraqê êrîşî şervanên YBŞ’ê kirin, 5 şervanên YBŞ’ê birîndar kirin û ew girtin. Piştî vê êrîşê jî dewletê, hêzên YBŞ’ê weke hêzên ne fermî binav kirin. Li şûna ku van hêzan weke hêzên ku li ber axa xwe bi sedan şehîd dane û civak ji fermanê xilas kirine bihesibînin, şervanên YBŞ’ê weke hêzên ne fermî hesibandin. Di vir de xuya dike û tê famkirin ku ev yek jî ji Peymana 9’ê Cotmehê ne qut e ku dixwazin vê peymanê pêk bînin. Pêwîst e dewleta Iraqê û hevkarên wê li ser civaka Êzidî bazariyê nekin.

DIVÊ DEMILDEST ŞERVANÊN YBŞ’Ê SERBEST BÊN BERDAN

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê ev tiştê ku artêşa Iraqê pêk aniye bi tundî şermezar dikin û pêwîst e hikûmeta Iraqê ji civaka Êzidî û hêzên parastina Şengalê YBŞ’ê lêborînê bixwaze û wan şervan û birîndaran berde.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hezar û 879 kes hatine binçavkirin
Nûçeya Pişt re Meşvanên Amarayê 33 rêwiyên hêviyê bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû destpê kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku dest bi serdana partiyên siyasî kiriye, bi Serokê Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?