Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Dewleta Tirk 3 roj e di êrişên xwe yên li dijî binesazî û sivîlan de dewam dike. Îro jî gelek cihên Amûdê û sivîl, Daîreya Perwerde ya Meteryalan, navendên înşaatê yên li Til Temirê û Gir Zîro, navendên niştecihan li seranserî sînorê hedef girtin.
Di encama van êrîşan de şehîd û birîndar çêbûn. Van êrîşan di nava welatiyan tirs û xofek çêkir. Armanc ji bombebarankirina navendên xizmetguzariyê jî temamkirina dopêça li ser gelê me ye û dixwazin vê yekê bar zêde bikin, astengiyên aborî û debarê çêkin. Dê bi wê re krîzeke mirovî ya giran çêbe, her wiha beşên xizmetguzarî û endustirî di nav de sotemenî û aş jî dê werin sekinandin.
‘ZAROK JI DI NAV DE 17 SIVÎL ŞEHÎD BÛN’
Heta niha di encama van êrîşan de di nav de zarok 17 welatî şehîd bûn û 48 jî birîndar bûn. Ev êrîşên bênavber di nava bêdengiya hêzên Koalîsyona Naventeweyî, Rûsya û aliyên din de dewam dikin. Ev yek ʹxeteriya pêvajoyêʹ nîşan dide. Divê li hember van êrîşan helwesteke tund û berpirsiyar hebe, ger nebe dê dewleta Tirk her tiştî bike ku têkoşîna li dijî terorê asteng bike, aloziyê belav bike û karesateke mirovî çêke.
Em pişta xwe didin gelê xwe ku em ê planên dijmin têk bibin û li dijî êrîşan dê vîn û biryara me ya azad bi ser bikeve.”