Li eniya Tişrînê balafirên keşfê bê navber digerin û cih bi cih bi çekên giran êriş têne kirin. Veguhestina leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a ber bi herêmê ve jî dewam dike. Berxwedana şervanan jî bênavber dewam dike.
Bendava Tişrînê di bin kontrola QSD’ê de ye, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ji xizmetê derketiye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, QSD û YPJ’ê li hemberî êrişan li ber xwe didin.
Li gorî agahiyan; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê plan dikin ku di ser vê xete re êrişeke dagirkeriyê bibin ser Kobanê. Ev rewş jî girîngiya parastina bendava Tişrînê û herêmê zêde dike.
Bendava Tişrînê ku bi rojan şer lê qewimî, 10’ê Kanûnê ji xizmetê derketibû û Kantona Kobanê bi temamî bê elektrîk mabû.
Dagirkeran 11’ê Kanûnê li ser rêya bendava Tişrînê bombe li ambûlansekê barandibûn û di encamê de ajokarê ambûlansê û birîndarek şehîd ketibûn.
Fermandariya Leşkreî ya Minbicê di 13’ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di nava 3 rojan de 210 çete hatin kuştin, 39 wesayitên leşkerî û 6 tank hatin îmhakirin û 5 ÎHA hatin xistin.
Heman rojê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê jî dîmenên çalakiyên bersivdanê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weşandibû.