Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em bi yekîtiya jinê nasname û îradeya civakê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo aştiyê divê em jiyanekê ava bikin ku jin lê nayên kuştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bihar Munzîr: Li nava civaka ku jin lê ne azad e, tundî û komkujî naqede

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şeker: Gel hem bi hêvî ye hem jî baldar e!
Kurdistan

Şeker: Gel hem bi hêvî ye hem jî baldar e!

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Bunyamîn Şeker destnîşanş kir ku gel ji bo pêvajoyê bi hêvî ye, lê di heman demê de baldar û hişyar e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo bigihîne tevahiya civakê li gelek bajaran kar dikin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) parêzer Bunyamîn Şeker kampanya ‘Em ji kolanan heta taxan, ji taxan heta bajaran azadiyê bi rêxistin dikin’ û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nirxand.

‘DIVÊ HER KES TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE’

Bunyamîn Şeker anî ziman ku kampanya bi rengekî bêdem li gelek navendên Kurdistanê dewam dike û diyar kir ku di çarçoveya feraseta siyaseta demokratîk a DBP’ê de divê bi gel re timî di nava hev de be.

Şeker dema nû weke ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase kir û ragihand ku divê her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe.

Bunyamîn Şeker got, “Dawiya dawî em qala pêvajoeyke welê dikin ku ji aliyê civakî ve divê her kes bi rol û mîsyonekê rabin û xwe di nav de bibînin.

Ya rast, hîn jî hin pirsên di serê civakê de nehatine bersivandin. Me hîn ev yek temam nekirine.”

‘GAVÊN KU NAYÊN AVÊTIN DIBIN SEDEMA FIKARAN’

Şeker gotin “Em vê zanin: Civak heta ku gaveke şênber neavêje wê qîma xwe tenê bi hin gotinan û baweriya bi wan gotinan nîne” û anî ziman ku di vê mijarê de tecrûbeyên dîrokî yên gel bi bandor e.

Şeker got, “Her kes pêvajoyê dişopîne. Lê belê ji aliyê hikumet û dewletê ve di mijara avêtina gavên pratîkî de kêmasiyeke cidî heye. Ev yek jî fikaran û bêbaweriyê zêde dike. Em qala civaka Kurdistanê, qala gelê Kurd dikin.

Yanî qala civakeke welê dikin ku sed sal in di nava vê pêvajoyê de ye; înkar, asîmîlasyon lê hatiye ferzkirin û hatiye redkirin. Dİ nava pêncîs alên dawî de di çarçoveya tevgera siyasî ya Kurd an jî Tevgera Azadiyê ya Kurd de azad bûye, polîtîze bûye.”

‘ROL Û MÎSYONAN BIRÊZ OCALAN BAWERIYÊ DIDE VÊ PÊVAJOYÊ’

Şeker diyar kir ku ji ber kêmasiya gavên şênber hin pirs dewam dikin û destnîşan kir ku gel li vê yekê jî baweriya gel a bi siyaseta Kurd dewam dike. Şeker got, “Bêbaweriyeke cidî ya li hemberî siyaseta Kurd nîne. Em dibînin ku hin şaşitiyên sala 2013’an dubare nebûne û ji sala 2013’an bêhtir hêvî heye. Ev pêvajoya ku Birêz Ocalan dimeşîne cihê baweriyê ye. Yanî rol û mîsyona Birêz Ocalan baweriyê dide gelê Kurd.”

‘AKTORÊ BINGEHÎN Ê PÊVAJOYÊ GEL E’

Şeker diyar kir ku gaveke şênber a ji aliyê dewletê ve bê avêtin wê bandoreke cidî li civakê bike û got, “Ya rast bawerî bi tevgear siyasî ya Kurd heye. Em ne bawer in ku wê şaşitiyê bike” û bi vî rengî dewam kir, “Eger îro ev gav têne avêtin û bêyî bendemayinê rewşek hebe, hingî tiştek heye ku tê zanîn. Yanî rewşeke ku pêşdîtina wê dikin, baweriya ji xwe heye. Hem di daxuyaniya PKK’ê ya piştî kongreya fesixkirinê de, hem jî di bûyerên piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re li nava raya giştî belav bûn, tê fêhmkirin ku aktorê bingehîn ê pêvajoyê gel e.

Em jî hewl didin vê yekê ji gel re vebêjin. Haya gel jî ji vê heye. Li aliyekî xweşbîn e, li aliyê din jî ji ber travmaya bi salan bêbawerî heye. Ev bêbawerî jî gelek pirsan bi xwe re tîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kiliç: Dewlet hîn li benda çi ye ku gavê biavêje?
Nûçeya Pişt re Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku bi du mûşekên balîstîk êrîşî kampa me ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hûn: Divê statuya Birêz Ocalan zelal bibe

Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn rexne kir ku li gel rapora komîsyona meclîsê jî desthilatdariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Destwerdana bi zorê li girtiyê di greva birçîbûnê de

Li girtîgeha celebê bîrê, li Gurkan Turkoglu yê ku 265 rojan di greva birçîbûnê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?