Çalakiyên rêxistinên mafên mirovan ên ji bo girtiyên nexweş didomin. Vê hefteyê jî li Stenbol û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 506’emîn de çalakî li dar xist. Çalakî li avahiya şaxê hate lidarxistin û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate hilgirtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku ji 2’yê gulana 2024’an ve li girtîgehan 329 hezar û 151 girtî hene û ji van hezar û 827 jê temenê wan bi ser 65’î re ye.
Çevîrmen, da zanîn ku tevî sererastkirina qanûnî jî pir kêm girtiyên nexweş hatine berdan. Çevîrmen, got ku di sala 2022’yan de 4 girtiyên bi ser temenê 80 salî re, di 2023’yan de 2 girtiyên bi ser temenê 72 salî re jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen, pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên temenê wan bi ser 65 salî re wiha rêz kir:
* Cemîl Erdem: 74 salî ye. Nexweşê penceşêra qirikê ye. Nexweşiyên wî yên weke şekir, tansiyona bilind û kolestrolê hene. Di asteke zêde bêhnkurtk heye.
* Ferzende Elbî: 73 salî ye. Li ser du gurçikên wî kîst heye, nexweşê varîs û dil e. Berê anjiyo bûye. Kerr bûye û baş nabîne.
* Gurbuz Donmez: 84 salî ye, nexweşê penceşêra prostatê ye. Ev 60 sal in neweşê KOAH’ê ye.
* Hatîce Yildiz: 75 salî ye. Di 23’yê adarê de ji mala wê li ser sedyeyê derxistin û hate girtin. Nexweşiyên wê yên weke demans, tansiyona bilind û heliyana hestiyan hene.
Bi domdarî Çevîrmen nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê yên Hanîfe Arslan a 76 salî, Kazim Avci yê 68 salî, Kerîm Boran ê 77 salî, Mehmet Bayram ê 75 salî, Mehmet Emîn Çam ê 70 salî, Mehmet Saît Yildirim ê 71 salî, Sabrî Yavuz ê 74 salî, Siddik Guler ê 84 salî, Abdulhalîm Kaya ê 81 salî û Makbule Ozer a 83 salî rêz kir.
Çevîrmen, herî dawî xwest ku tevahiya girtiyên nexweş ên temenê wan bilind bikevin ber efûya serokkomariyê û bên berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 634’an de jî çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li pêşiya avahiya şaxê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşiriyê tê ragirtin. Gelek parastvanên mafan piştgirî dan çalakiyê û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Sîbel Çapraz got ku binpêkirinên li girtîgehan û sepanên tecrîdê gefê li jiyana girtiyan dixwe û ev tişt anî ziman: “Sepan û biryarên li dijî rêgeza wekheviya di înfazê de, cihêkariya di navbera girtiyên nexweş û muhtac kûrtir dike.” Çapraz, got ku leşkerên ji doza 28’ê Sibatê dihatin darizandin û bi fermana Tayyîp Erdogan bi hinceta “nexweşî û pîratiyê” hatin berdan jî mînaka vê ya dawî ye.
Çapraz, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam û ev agahî dan: “Li ser mejiyê wî tumor heye, tansiyona bilind, kîsta gurçikê û nexweşiya prostatê pê re heye. Her wiha dest û lingên wî ditevizin, bi zehmetî dimeşe û her du guhên wî bi qasî ku cîhazê bi kar bîne nabihîsin. Lewma divê birêk û pêk bê tedawîkirin. Cezayê di sala 2012’an de li Çam hatiye birîn teqez bû û di 14’ê adara 2022’yan de hate girtin. Keça Çam têkildarî rewşa bavê xwe ev agahî bi komîsyonê re parve kir; ‘Her du guhên bavê min jî baş nabihîsin. Her wiha di 8’ê gulanê de parêzer çûn serdana bavê min û ji wan re got ku 10 roj in pirsgirêka prostatê dest pê kiriye, çûye revîrê lê heb hatine nivîsandin û paşve hatiye şandin, dermanên hatine dayîn bikartîne û rojê 10 caran diçe destavê. Her wiha got ku pirsgirêka wî ya gurçikan heye, hemû êş bi hev re dibin û nema dikare van êşan ragire. Bavê min got ku êdî derman jî tu bandorê nakin. Destê çepê û lingê çepê yê bavê min ditevize û gelek nexweşiyên wî hene. Du hefte berê min pê re hevdîtin kir û min jê pirsî bê ka dibin nexweşxaneyê yan na. Got ku ew naxwaze biçe nexweşxaneyê û biryar daye ku neçe. Got ku ji ber lêgerîna nava dev û lêgerîna tazî naxwaze biçe.”
Çapraz, got ku divê Çam û girtiyên din ên nexweş bên berdan û ev bang kir: “Ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê em banga hestiyariyê li rayedaran û raya giştî dikin.”