Rêxistinê gelê Kurd a Sovyeta berê (Ermenîstan, Gurcîstan, Asya-Navîn û Rûsya), der barê serdan û hevdîtinên rayedarên Tirk ên li Iraqê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Gelê Kurd û mirovahiya xwedî wijdan; ev sed sale dewleta bi navê Tirkiye hebûna xwe li ser bingehê tunekirina gelên Mezopotamya esas girtiye. Gelên kevnar e axa Mesopotamya bi giranî tune kir, yên mane jî bi kuştina spî di nava nîjada tirkada kir Tirk.
Ev sed sale komkujî, koçkirin, zindan, birçî hiştin û her rêbazê tunekirinê li ser gelê Kurd pêk anî, lê nikarî gelê Kurd tune bike û di nava Tirkîtiyê da bihelîne. Bi taybetî ev 53 salên dawî gelê Kurd şerekî hebûnê dide. Di vê şerê da gelêk qurbanî, zulim, komkujî dîtin, lê dest ji têkoşîna xwe bernedan. Têkoşîna gelê Kurd hatiye astekî ku hemû cîhanê bandor dike, nasnama gelê Kurd êdî rastiyekî cîhaniye, êdî ji bo çarenûsa xwe misoger bike şerekî rewa dike.
Bi teybetî ji sala 2013-2014’an û vir ve li dijî hêza hov a ku ji bo tevahiya cîhanê xeterî çêdike weke DAÎŞ, bêyî ku berdêlekî bixweze, an jî benda bangewaziya hin hêza be, bi navê mirovahiyê kete nava şerê li dijî DAÎŞ’ê. Di vî şerî de gelek berdêl da, lê ser tu kesî jî mînnet nekir.
DAÎŞ bin ket, hêzên ku wan rojan pêş DAÎŞ’ê ranewestîn, sengerên xwe hiştin, gel bê xwedî hiştin roja îro tevî dewleta qirker, faşîtên Tirk li dijî gelê Kurd li dijî tevgera Azadiya gelê Kurd plangeriyekî tunekirinê amede dikin. Di vê plangeriya bêbext, kirêt a dijminê gelê Kurd PDK’ê rola sereke daye ser milê xwe. Di nava dilê gelê Kurd de êdî diyare PDK’ê hêzekî mîlîtarîst ê dewleta Tirk e. Civîna 14’ê Adara 2024’an li Baxdayê ya rayadarên Tirk, Iraq û PDK’ê berdewamiya civînên 1937’an a Qesra Sadabate ku: tu carî nehêlin Kurd azad bin û bi hevkarî li dijî Kurdan şer dikin.
Em weke rêxistinê gelê Kurd a Sovyeta berê (Ermenîstan, Gurcîstan, Asya-Navîn û Rûsya) vê planê nas dikin û dizanin ku, bi vê plangeriya kirêt dixwezin gelê Kurd sed salekî dîsa bidin winda kirin. Lê em ji vina gelê xwe û hêza gelê xwe bawer in. Çawa hovên DAÎŞ’ê têk birin, wê hevkarên wan jî têk bibin. Bi taybetî jî PDK’ê êdî dijminê gelê Kurd e.
Em weke Kurdê Sovyeta berê vê plangerî nelet û şermezar dikin û li dijî vê jî bi her rêbazî em ê têkoşîn bikin.”