Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Ji edîtorên Radyo Onda D’urdo Michele Borra diyar kir, ku fikrên Abdullah Ocalan ji têkoşeran re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, rê nîşanî wan dide û got, “Bi weşanên xwe, em paradîgmaya Ocalan digihînin gelan.”
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hesen Koçer anî ziman ku ew diyalog û çareseriya siyasî dixwazin û got, “Di navbera me û hikumeta Şamê de şerek nîne. Eger êriş bê kirin em ê bersiveke hîn xurt bidin.”
Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Elmanyayê piştgirî da kampanya KJAR’ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.