Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina qetilkirina jinên Kurd ên rojnamevan wê werin şopandin.
Dewleta Tirk hewl dide sendroma Zapê ji ser xwe biavêje. Li qada Berê Silê ya li rojhilatê Amediyê ku cihekî tûrîstîk e, dewleta Tirk dest bi çêrkirina çeperên ji beton kir.
Serokê Konsfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott got, “Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Fikrê Abdullah Ocalan li cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye.”
Serokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî anî ziman ku tenê li Rojava wan 27 şehîd dane û destnîşan kir, rojnamevanên ku lîstikên qirêj ên dewleta Tirk kifş dikin wê nikaribin bêne rawestandin.
Rojnamevan Zinar Yildiz diyar kir ku êrişa li dijî Gulistan Tara êrişa ji bo tarîkirina rastiyê bû û got, “Em li ser şopa rastiyê ne, hewl didin rastiyê eşkere bikin û bigihînin gel.”
Berwar Dersim di têkoşîna xwe ya 25 salan de ku ji sala 1999’an heta 2024’an dewam kir, li çiyê bi şer, eşq û gotinên xwe navê xwe li dîrokê nivîsand.