Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî lidarxistin.
Meş bi kombûna gel û xwendekaran li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya Netewên Yekbûyî ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.
Edban Yilmaz êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd şermezar kir û ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAÎŞ’ê xwestin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lê hemu xeyalên wan bi berxwedana gelê Kurd hatin têk birin. Niha jî bi heman şêweyî dixwazin dagir bikin. Lê çawa ku beriya salan hemû planên wan hatin têk birin wê îro jî bi berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ û gelê Kurd têk biçin.”
Edban Yilmaz di nava axaftinên xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha axivî: “Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin ji êrîşan qut nîne. Êdî herkes dizane ku çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliye. Îro li her derê gelê Kurd bi hêza ku ji Rêbertî û gerîlayên azadiyê digirin li ber xwe didin. Wek gelê Mexmûrê jî dilê me li gel gelê me yê Rojava ye û em ê li dijî hemû êrîşan heta dawiyê di nava berxwedanê de bin.”
Edban Yilmaz di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku li hember êrîşan rabin û berxwedanê mezintir bikin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.