Çavkaniyekî tenduristiyê ku ji AFP’ê re axivî, anî ziman ku êriş roja Pêncşemê li Kordofan a Rojava li bajarê Ghubeishê hate kirin ku di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) de ye. Çavkanî artêşa Sudanê ji êrişê berpirsyar nîşan da.
Hate raighandin ku wesayiteke sivîl a ku şêniyên herêmê tê de bûn ku ji bazara Munamê diçû bazara Ghubeishê bû hedef.
Şerê ku Nîsana 2023’an di navbera artêşa Sudanê û HPL de destpê kir, bû sedema mirina zêdeyî 200 hezar kesî û koçberbûna bi milyonan mirovî. Şer bi giranî li eyaleta Nîl a Şîn a li ser sînorê rojhilatê welêt diqewime. Tê gotin, HPL li herêmê bi pêş ve diçe û hewl dide paytexta eyaletê bi dest bixe.

