Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar li bajarokê Mexdî yê li navenda Mûşê serdana malbata gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek (Bawer Cûdî) kir ku di êrişa 28’ê Hezîranê ya dewleta Îranê de şehîd bû.
Gelek kes beşdarî serdana sersaxiyê bû. Çîgdem Kiliçgun Ûçar û yên pê re sersaxî ji malbatê re xwestin.

