Şewata ku sedema wê hîn nayê zanîn, êvara Çarşemê li tankeke asfaltê destpê kir û bi parzûngeheke din a li ser rê ket ku li başûrrojavayê Hewlêrê ye.
Dûyekê reş bi ser qadê ket. Arkujan ji nîvê şevê ve hewl dan şewatê vemirînin. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Hewlêrê, piraniya wan ji Parastina Sivîl a Hewlêrê zêdeyî 10 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku sê wesayitên arkujiyê jî di nava agir de mane û şewitîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja Pêncşemê gelek tîmên parastina sivîl hewl didin şewatê vemirînin.
Parastina Sivîl got, “Şewatê li parzûngehekê destpê kir, piştre agir bi parzûngeheke din jî ket” û diyar kir ku sê tankerên sotemeniyê şewitîn.
Li aliyekî germa zêde, li aliyê din jî hefteyên dawî gelek caran agir bi navendên bazarê, depo û nexweşxaneyan ket. Hin komên paramîlîter ên nijadperest ên bi piştgiriya Tirkiyeyê berpirsyariya hin şewatên li Başûrê Kurdistanê li xwe girtin.
Li gel vê yekê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ber ku li sektorên avahîdanîn û barhilgiriyê pîvanên ewlekariyê baş bi cih nayên anîn, şewat û qezayên kujer rû didin.
Tevî dewlemendiya hîdrokarbon jî hem Iraq hem jî Herêma Kurdistanê ji ber karên ne li rê û rêveberiya nebaş a cemaweriyê ji aliyê binesaziyê ve di rewşeke xerab de ne.
Di Kanûna 2023’an de li Başûrê Kurdistanê agir bi avahiyeke zanîngehê ketibû û herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Sê meh beriya vê bûyerê li Qereqoşê li dawetekê şewatê rû dabû û nêzî sed kesî jiyana xwe ji dest dabûn.