Li gundê Pîrejmanê ya ser bi navçeya Pîrana Amedê ve Şîrketa Madenê ya Olmez xebata madenê dike û ev yek xwezayê qirêjî dike. Welatiyên gund kêliya ku dînamît tên teqandin û toz û gemara ku jê radibe bi telefonên xwe kişandin. Welatiyan qirêjkirina xwezayê tomar kir. Welatiyan destnîşan kir ku cih û warê jiyana wan di bin gef û talûkeyê de ye.
Gundekî ku dîmenê kêliya ku maden xesarê dide xwezayê ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re şand, destnîşan kir ku madena ji gundê wan tê derxistin zirarê die xwezayê û çandiniya gundiyan û got: “Werin em ji vê talana xwezayê re bêjin na. Her kesên xwedî hestiyar divê bertek nîşan bide û xwedî li xwezaya me derkeve.”