Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin
Kurdistan

Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Sorxwîn Avesta ragihand ku li hemberî lîstikên qirêj ên dewleta Tirk wê hîn bêhtir têbikoşin û ji bo vê jî wezîfeyên xwe bi cih bînin. Îbrahîm Ûrfa jî got, "Divê Rêber Apo ne li Îmraliyê be."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya PKK’ê ya 12’emîn hate lidarxistin. Ji delegeyên kongreyê Sorxwîn Avesta û Îbrahîm Ûrfa têkildarî têkoşîna gerîla nirxandin kirin.

‘YÊN KU BI FEDAÎTÎ ŞER BIKIN WÊ ÇIMA TESLÎM BIBIN?’

Sorxwîn Avesta: Ez dixwazim di vî aliyê de bal bikşînim ser, min bi xwe jî piştî Serokatî dîl hat girtin şûnde tevlî Partiyê bûme. Niha kesên di vê hawirdora kongreyê de amade ne jî ji 3’yan 2 piştî Serokatî dîl hat girtin tevlî Partiyê bûne. Yanî ev bi xwezayî çi derdixe pêş, em bi xwe li dijî komplo û dîlgirtina Serokatî tevlî Partiyê bûn. Ger Serokatî di şert û mercên dîlgirtinê de bibe û sîstema Îmraliyê de jiyan bike nayê qebûkirin ku sedema me ya tevlîbûnê ew e ku em Serok ji sîstema Îmraliyê derxin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, ev sedema me ya herî sereke ye. Niha di Partiyê de jî tevlîbûnên ku çêbûne ji 3’yan 2 ji ber vê sedemê ye. Dewlet nikare ku vê yekê ji nedîtive bê, piştguh bike. Yan jî bi dîmen, wêne û peyamekî bixwaze me razî bike, nikare bike. Piştî daxuyaniya Serokatiyê şûnde li ser hemû tunelên me geriyan, daxuyaniya Serokatî xwendin, xwestin şerê pskolojîk bimeşînin, gotinên wekî teslîm bibin, çekan berdin jixwe rêxistin biryar girtiye divê hûn jî teslîm bibin kirin. Dijmin pir zêde heqîqeta me nizane. Bi rastî jî heqîqeta PKK’ê û şervanên wî pir zêde nizane. Niha girêdana me bi hevalan re nebe jî, girêdana rêxistinê bi me re nebe jî kêm zêde em dizanin ku rêxistin wê çi biryar bigre, wê çi nîqaş bike û çi ji me re bêje. Heman tişt ji bo Serokatî jî derbasdar e. Ez bi xwe Serokatî re nemame, min pê re jiyan nekiriye, lê ez dizanim ku Serokatî wê derbarê me çi bifikire, ez dizanim Serokatî wê çi biryar bigre çi negre. Îja bi rêbazên wiha qirêj li ser tunelan digerin, bangawazî dikin, dixwazim hevalan teslîm bigirin. Berî vê heval Cemal daxuyaniyek dabû, bi rastî jî fedayiyên ku çend sal in li hemberî we şer kirine ji ber çi wê teslîm bibin ku we ewqas zilm li ser me kirine. Ez dixwazim axaftina xwe bi gotinekî bi dawî bikim; hevalên li tûnelên Şehîd Yûnûs ji heval Cemal û Zozan re nameyek nivîsandibûn, di wê nameyê de beşeke heye ku heval ji bo dijmin nivîsandine û di heman demê de vê beşê li ser cîhazê ji dijmin re jî xwendine. Yanî dijmin tê bi timî bangawazî dike, bi van peyvan pir zelalî derdikeve pêş ku di vê pêvajoyê de helwesta hevalên di tûnelan de çiye. Ez dixwazim vê beşê ji hevalan re bixwînim û axaftina xwe bi dawî bikim. Jixwe komekî hevalên jin in û cihê xwe di tûnelan de digrin, dema peyam hat heval Besê û Mîtra wê demê şehîd neketibûn. Bi vê wesîleyê gotinê hevalan jî di kongreyê de ji hevalan re bixwînin. Beşa ku heval ji dijmin re nivîsandine wiha ye; ‘Hûn her roj tên û ji me re dibêjin teslîm bibin, hûn bi teslîmiyet û kuştinê gef li me dixwin. Hûn bi her cure derfeta destê xwe li hemberî me sûcê şer dikin. Bersiva me ya yekane ya li hemberî we ew e ku em ê li dijî teslîmiyetê di berxwedanê de israr bikin. Em şervanên azadiyê ne ku li dijî vê şerê bêedalet derdikevin. Lê hûn qurbanên vî şerê bêedalet in.’ Ev hevalan bi vê peyamê hem sekna xwe ya li hemberî dijmin raber dikin ku ev ne tenê ji bo tûnelek e, tûnelên me yên din jî wisa ne, hem wek hevalên jin hem wek gerîlayên YJA-STAR’ê û gerîlayên HPG’ê bi yek ziman dixwazin vê pêvajoyê raber bikin, tê fêmkirin. Em jî di şexsê heval Besê û heval Mîtra ku ew herî dawî di qadê de şehîd bûn têkoşînê xurttir bikin. Ji bo ku têkoşînê xurttir bikin û ev lîstokên dewleta Tirk vala derxin, ji bo ku di aliyê leşkerî û jiyanî de li hemberî dijmin têbikoşin û şerekî dijwar bidin meşandin di vê pêvajoyê de çi bikeve ser mile me em ê pêk bînin.

DIVÊ RÊBERTÎ NE LI ÎMRALIYÊ BE

Îbrahîm Ûrfa: Şerê çekdarî gelek tişt bi me da qezenckirin. Û roja îro ger dewleta Tirk neçar maye here gel Serokatî bi saya hêza me ya çekdarî ye. Mane Serokatî bi xwe dibêje rayedarên dewletê ji min re gotine, em ê destpêkê derva tune bikin yanî qala gerîla dike, ger îro nekariye me tune bike û çûye ber lingê Serokatî ev tê wateya ku vala derketiye. Û ya dîtir ez tevlî heval Seyfî dibim em hêza xwe pir biçûk dinirxînin. Yanî şerê ku me kirî dewlet nikare bike. Kes li beramberî DAÎŞ’ê nekarî bisekine, mînak berê xwe dan Ermenîstanê 2 mehan nekarîn bisekinin teslîm bûn, yanî ne ku ji bo biçûk bibînin dibêjim rastî ev e. Îro tişta ku me di ji nû ve vesazkirinê de kiriye meriyetê, Rûs evqas dewletekî mezin e dîroka wan heye lê şerê wan bi tarzê Îtalî ye, bi sed hezaran windahî dan di nav 2 salan de, rêveberê Hîzbûllahê bi qasî me tedbîrên xwe negirt di nava çend hefteyan de tasfiye bû. Yanî em xwe wisa biçûk weke ku em paşde mane, wek têkçûnekî, weke ku me nekarî nebînin, na em dikarin bikin. Hêza teknîkî ku niha di destê me de ku heval hinek tişt bi neyekser eşkere kirine hinek tişt eşkere nekirine, di destê dewletan de tune ye. Em gihiştine wê astê. Ji bo vê pêvajoyê dibêjim, qet hirde virde nîne, qet giloverkirin an jî şîlokirina vê nîne lazim e Serok azad bibe. Yanî Serok azad nebe em wek mîlîtanên Serokatî fedayî ne, yek hevalek jî ji mirinê natirse. Heta ku Serok azad nebe em tu gavê navêjin, ev zelal e. Em ê ji kî bitirsin an jî em ê çi winda bikin. Ji ber vê divê Serok azad bibe. Nizanim şert û mercên ewlehiyê, nizanim yê xebatê nîne divê Serok azad bibe, Serok wê ne li Îmraliyê bibe. Mesela xwe li ber xweş dikin dibêjin em li Îmraliyê cihekî rast dikin, hepsa malê, em vê qebûl nakin. Heval dizanin televîzyon şopandine, her roj li Îmraliyê erdhej çêdibin nizanim heval dîtine yan en ew behr rabibe dadikeve, tsunamiyek rabe wê Îmralî hemû di nav avê de bihêle. Ne tenê Serokatî li wê derê jiyana tu kesî ne di garantiyê de ye. Divê Serokatî ne di Îmraliyê de be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
Nûçeya Pişt re Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir: Xwe bêdeng neke

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Kuran: Ji bo mirovên mîna me, jiyan Tevgera Azadiyê bixwe ye

Girtiyê Tevgera Azadiyê Nasrullah Kuran got: "Hêza sereke ya ku min wekî endamekî Tevgera Azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA: Di 19’ê Nîsanê em li Gemlîkê li hev bicivin

TJA'yê got, "Ji bo em dengê xwe yê aştiyê û daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?