Pêncşem, 3 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gava li ser mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna kovara Lemanê de 4 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef li sê bajaran hat şermezarkirin
Rojava

Tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef li sê bajaran hat şermezarkirin

Biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê kujerê Hevrîn Xelef wek fermandar, li Hesekê, Heleb û Kobanê hat şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bertekên li dijî biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 86’an zêde dibin.

HESEKÊ

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Hesekê li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajar kom bû û daxuyanî da.

Hevseroka meclisa partiyê Hêvîn Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, tayînkirina çete Ebû Şeqra bêrêziya li hember rûmeta qurbaniyan e û dihêle ku sûcdar ji cezayan bifilitin.

Hate destnîşankirin ku tayînkirina kesek ku destê wî di binpêkirinan de de hebe, sûcek li dijî mirovahiyê ye, derbeyek li dijî pîvanên edaletê ye, di heman demê de şikandina hêviyên gelên Sûriyeyê ye.

Di daxuyaiyê şehîd Hevrîn Xelef wek sembola aştiyê û nimûneya aştiya navxweyî hat binavkirin. Hate gotin, qetilkirina wê hewldaneke ji bo şikandina îradeya jinên azad e. Her wiha bang li desthilata Şamê û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan hat kirin ku çete Ebû Şeqra sewqî dadgeha cezeyan a navneteweyî bikin.

Di dawiyê de ev peyam hate dayîn: “Em soza xwe ya bi rihê şehîd Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên azadî û aştiyê nû dikin. Em dê bazaran li ser xwîna şehîdan nekin. Em ê têkoşîna avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavenedî bidomînin.”

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi heman armancê daketin qadan û ji doza Hevrîn Xelef re edalet xwest.

Di çalakiyê de alên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hatin hildan hatin vekirin. Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîm Milhim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê komeke leşkerî hewldaneke erzan a zivirandina li qanûnên navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan û pêvajoya edaletê ye.”

Di daxuyaniyê de bang li desthilata Şamê hat kirin ku biryarê betal bike û kujerê Hevrîn Xelef û kesên ku destê wan di sûcan de heye sewqî edaletê bike.

KOBANÊ

Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Firatê jî daxuyaniyek li ber avahiya xwe ya li Kobanê da. Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û rêxistinên jinan ji aliyê hevseroka meclisê Rewşen Hacim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tayînkirina çete Ebû Şeqra ku sûcên mezin li dijî mafên mirovan û sûcên şer kirine, bi taybetî li dijî jinên Êzidî, binpêkirina pîvanên hiqûqî û qanûnên navneteweyî ye.

Hate destnîşankirin ku tayînkirina çete Ebû Şeqra ku di lîsteya cezayan a DYA’yê de, di asta exlaqî û qanûnî de nayê qebûlkirin. Bang li desthilata Şamê hat kirin ku ji biryara tayînkirina çete Ebû Şeqra vegere û wî sewqî edaletê bike.

Di dawiyê de hate gotin, heya pêkanîna edalet û demokasiyê dê şopandarên rêya şehîdan bin.

Rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê jî bi amadebûna bi dehan jinan li Qada Jina Azad a li Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Kirîstîna Mûrad Arşîva û bi Erebî jî ji aliyê endama Kongra Star Zeyneb Welîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di şexsê hevrêya me şehîd Hevrîn Xelef de em tevahî şehîdên şoreşa jinan û tevahî cangoriyên hevjiyana azad bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em soza berdawamkirina xeta wan didin ta bigihêjin aştiyê û civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk. Şoreşa me ne tenê şoreşgeke leşkerî ye, lê şoreşeke civakî, siyasî û stratejîk a li hemberî hişmendiya dagirker, qirkirin, tunekirin, tecawizkirin û binpêkirina mafên jinan e.”

Di daxuyaniyê de tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef çete Hatim Ebû Şeqra bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan û saziyên dadmendiyê dikin ku vî kesî ceza bikin. Heta ku em hesap ji kujere Hevrîn Xelef bixwazin em têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li tevahi jinên cîhanê dikin ku li hember wî kesî rabin. Cihê kujerên jin û zarokan di nava me de nîn e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin
Nûçeya Pişt re Li Dêrazorê êrîşî noqteya kontrolê hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPC’ê li Wanê li wesayitên zirxî xist

Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) ragihand ku li hemberî desteserkirina îradeyê ya li Wanê, wan li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Alagaş: Em ê her bêûsiliya qeyûm teşhîr bikin

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku qeyûm bi serê xwe bêhiqûqî ye û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Pakîstanê hejmara miriyên lehiyê gihişt 64 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna kovara Lemanê de 4 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?