TJA’yê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Apo de daxuyanî da û diyar kir ku pêvajo lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd û siberoja demokratîk a Tirkiyeyê armanc dike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana li dijî tecrîdê armancên komployê pûç kiriye.
TJA’yê diyar kir ku ji bo aştiya mayînde gavên yekalî têrker nînin û bang kir ku dewlet gavên samîmî û hiqûqî bavêje, tecrîda li ser Rêber Apo rake û pêvajoyê li ser zemînekî zelal bimeşîne.
TJA’yê got, “Komploya 9’ê Cotmehê hemleyeke polîtîkaya derve ya konjonkturel nîne; dewama dîrokî ya konsepta qirkirin û tasfiyeyê ye ku ji sala 1925’an ve li Kurdistanê tê meşandin.
Komploya 9’ê Cotmehê tenê li dijî Kurdan nîne, di heman demê de sûîqesteke berfireh a li dijî siberoja demokratîk a Tirkiyeyê, kedkaran û jinan e. Berxwedana dîrokî ya ku 28 sal in li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê tê meşandin, planên komplogeran têk bir û veguherî şoreşeke zihniyetê ya bêhempa.”
TJA’yê bang kir ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, azadiya wî ya fîzîkî pêk were û pêvajo li ser zemînekî hiqûqî bimeşe. TJA’yê got, “Em ê bi dilsoziya mîrateya têkoşînê û bi pêşengiya jinan hemû encamên komployê tune bikin û aştiya demokratîk ava bikin.”

