Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Komploya Navneteweyî beriya 26 salan weke rûreşiyeke mezin a mirovahiyê hate pêşxistin. Em weke jinên Kurd tu carî dîrokên 9’ê Cotmeha 1998 û 15’ê Sibata 1999’an ji bîr nakin û ev roj wê diroka me de weke rojên tarî werin pênasekirin.’’
‘GELÊ KURD LI ÎMRALIYÊ DÎL TÊ GIRTIN’
Berdewamiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Di şexsê Rêber Apo de ya ku li Îmraliyê dîl tê girtin, di bin tecrîd, îzolasyon û êşkenceyê de tê girtin pêşeroja me ya civakî ye, azadiya me ye. Yê ku li Îmraliyê dîl tê girtin em bi xwe ne. Yên ku dîl tên girtin azadî ne, demokrasî ne û mafên mirovan e.
Em weke TJK-F’ê di çarçoveya pêngava; ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirrsgirêka Kurd re’ de di 21’ê Cotmehê de girêdayî kampanyaya Tîrêjên Rojê, kampanyaya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve li beramberî Konseya Ewropayê dane destpêkirin, xwedî lê derdikevin û vê yekê ne piştî saleke din, a niha dibêjin.
BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYAN
Ji bo hesabpirsîna ji hêzên komploger di serî de jinên Kurd ên li Fransayê dijîn, em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî kampanyaya nameyê ya ku em ê di çarçoveya Tîrêjên Rojê de lidar bixin, bibin. Her wiha em dubare bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya 16’ê Mijdarê bibin.’’