Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku di hilbijartinên xwecihî de bi rêjeyeke bilind a dengan Şaredariya Mûşê bi dest xist, li bajêr karê ji bo jinan zêde kir. Hevşaredar Tûba Sayilgan û Sirri Soylemez bi baldarî nêzî daxwazên jinan dibin û hewl didin bi cih bînin.
Şaredara Mûşê Tûba Sayilgan ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku di dîroka komarê de Şaredariya Mûşê timî ji aliyê partiyên desthilatdariyê ve hatiye birêvebirin. Hevşaredar Sayilgan got, “Yekemcar bi DEM Partiyê, bi sîstema hevserokatiyê me şaredarî bi dest xist. Bi taybetî em dixwazin balê bikişînin ser sîstema hevserokatiyê. Bi armanca şikandina têgihiştina ‘Bi jinê şaredariyek bi dest nakeve’ me mohra xwe danî binê serketineke mezin. Piştî ku me şaredarî bi dest xist, me destpê kir ku sîstema hevserokatiyê ji xelkê Mûşê re vebêjin.”
GEL JÎ SÎSTEM PEJIRAND
Tûba Sayilgan işaret bi girîngiya sîstema hevserokatiyê kir û got, “Sîstema hevserokatiyê ji aliyê xelkê Mûşê ve hate pejirandin û gel xwedî li vê sîstemê derket. Li Mûşê hebûna miroveke ku jin karibin pirsgirêkên xwe pê re parve bike, ji bo jinan bû hêvî. Ji bo bersivdayina li pêwîstiyên piştevanî, şêwirmendî, psîkolojîk û aborî yên jinan, bi vê sîstemê em bajêr bi jinan bi rê ve dibin. Hevserokatî destketiyeke me ye ku nebe nabe û em ê bi jinên li Mûşê re bajarê xwe hîn bi xurtî bi rê ve bibin.”
ARMANCA XWEGIHANDINA HÎN BÊHTIR JINAN
Sayilgan ragihand ku ji roja dest bi wezîfeyê kir û pê ve deriyên şaredariyê li gel vekirin, jin bi hêsanî daxwaz û pêwîstiyên xwe radigihînin û got, “Li Mûşê pirsgirêkeke cidî ya nebûna derfetên kar ên ji bo jinan heye. Li qadên cemaweriyê û gelek sektoran jin nayên dîtin. Me soz da ku hemû derfetên şaredariyê bi rengekî wekhev di navbera jin û mêran de parve bikin. Me dest bi karên ji bo projeya xwe ya ‘Mala Sersaxiyê ya Jinê’ kir ku li Mûşê yekane ye. Em ê navendeke jinan ava bikin ku jin karibin lê bêhnê vedin û lê bi cih bibin. Em ê malên piştevaniya jinê di demeke nêz de bixin meriyetê ku wê weke navenda piştevaniya jinê bin. Em dixwazin li Şaredariyê Midûriyeta Xizmetên Malbatê û Jinê ava bikin û bi vî rengî xwe bigihînin hîn bêhtir jinan. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan em ê nêzîkatiyeke hîn pêşverû nîşan bidin.”