Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya bernameya Cejna Remezanê de çû serdana Hatayê. Tulay Hatimogûllar û heyeta pê re destpêkê çûn serdana malbata xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz a li Taxa Ekîncî ya Antakyayê ku di çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin.
Dayika Korkmaz Emel Korkmaz ku heyet pêşwazî kir kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, “We di vê cejnê de em bi tenê nehiştin. Ez spasiya we hemûyan dikim. Me ji hevgirtinê hêz girt.”
Tulay Hatîmogûllari, jî wiha got: “Em li mala malbata Alî Îsmaîl Korkmaz in. Wateya berxwedana Gezî, bi rêxistin û hevgirtineke xurt a bi malbatên me re ji tevahiya Tirkiye û cîhanê re hate vegotin. Me tu carî şehîdên Geziyê ji bîr nekir. Me ti carî Alî Îsmaîl, Ahmet Atakan û hemû şehîdên Gezî ji bîr nekir û em ê wan ti carî ji bîr nekin.”
Hatîmogûllari û heyeta pê re piştre jî çûn serdana Ahmet Atakan ku di dema çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin, Halîl Aksakal (Mazlum Aktaş) ê di 18’ê Gulana 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û Okan Pîrînç ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di serdanan de cejna malbatan hate pîrozkirin.