Hunermend bi rêya ANF’ê piştgiriya xxwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk eşkere dikin. Muzîsyen Cahît Berkay kêfxweşiya xwe ya ji ber bêdengbûna çekan anî ziman û diyar kir ku ji bo pêvajo bê pêşvebirin divê gavên şênber û bi lez bêne avêtin. Berkay destnîşan kir ku di bingeha aştiyê de edalet diyarker e û işaret bi girîngiya azadiya zimanê dayikê kir.
‘ÇEK BÊDENG BÛN, NIHA DIVÊ GAV BÊNE AVÊTIN’
Muzîsyen Cahît Berkay daxuyanî da ajansa me û got, “Bêdengbûna çekan xala herî girîng bû. Ev biryar bû cihê kêfxweşiyê. Divê dewamiya wê bê. Rê ji bo vê vekirî ye. Li gorî pêvajoyên beriya niha, wê hîn bi cidî bimeşe. Hêvîdarim wê bigihêje armanca xwe.”
Berkay “hezkirinê” weke felsefeya xwe ya jiyanê pênase dike û got, “Nêzîkatiya min a li van mijaran, felsefeya min a jiyanê ew e ku di bingeha her tiştî de hezkirin heye. Ev mijara aştiyê karekî welê ye ku mirovên karibin ji dil hez bikin, hîs bikin, bijîn dikarin pêk bînin. Hezkirin beriya her tiştî hezikrin û hurmeta mirov a ji xwe re ye. Piştre jî ıhezkirina ji xizmên xwe, hevalên xwe, welatê xwe, cîhan û gerdûnê re ye… Li gel hezkirinê wijdan jî li ser piyan e.
Dema ku ev bibe bingeh, hingî her nêzîkatî, her gotin, her nêt wê ji dil be; lewma wê hev nexapîne, kes xefikê danîne ber kesî. Bingeha her tiştî hezkirin e.”
‘MUZÎK ÊN LI EDÎRNE Û BATMANÊ DIGIHÎNE HEV’
Berkay destnîşan kir ku muzîk xwedî bandoreke xurt e ku gelan hevpar dike û got, “Min ev bandor bi xwe dît û hîn jî dibînim. Mînak, ez strana Alyazmalim hîn jî di hemû konseran de pêşkêş dikim. Li Batmanê, li Amedê, li Edîrneyê min pêşkêş kir. Li gelek welatên Ewropayê min pêşkêş kir. Kurd jî Tirk jî di vê stranê de digihêjin hev. Ji bo heman notayê heman çepikê lê didin. Beriya 20 salan li Amed û Batmanê min di çalakiyeke dilxwazî de pêşkêş kir. Bi notaya destpêkê ya strana Alyazmalim re tilîliyek bilind bû; ez hejiyam. Nikarim qala wê hestê bikim.”
‘AŞTÎ BI EDALETÊ DIBE’
Cahît Berkay bal kişand ser têkiliya hunerê ya bi aştiyê re û got, “Tevkariyeke gelekî mezin a hunerê li avakirina aştiyê heye. Ji ber ku hunermend ew mirov in ku bi aqil in, xwedî hezkirinê ne, ji dil in û ji mirovahiyê hez dikin. Aştî jî mijara destpêkê ya hunerê ye. Yanî teqez peykersazek jî aştiyê ji xwe re dike mijarek, wênexêz û muzîsyenek jî.
Lewma bi dehan sal in ji bo aştiyê em hewl didin. Divê em aştiyê, aramiya xwe ya navxweyî tavilê pêk bînin. Bêguman ev jî bi maf, hiqûq û edaletê dibe. Heta ku ew nebe ya din pêk nayê. Edalet nebe li hemberî aştiyê wê lîstik hebin, sûcên li dijî mirovahiyê hebin. Karê edaletê ji ber vê yekê girîng e. Edalet wê baweriya bi vê pêvajoyê mezin bike.
Di meseleya Kurd de hin tişt hene ku kûr bûne, bîranîn hene. Ev yek ji bo her alî derbas dibe. Hîn jî wan bîranîna dijî. Hinek tişt veguherîne birînê, çareya wê jî edalet e, hiqûq e.”
‘DIVÊ ZIMANÊ DAYIKÊ AZAD BIBE’
Berkay daxwaza azadiya zimanê dayikê kir û got, “Azadiya zimanê dayikê gelekî girîng e. Eger tu nikaribe bi zimanê ku ji dayika xwe hîn bûye bijî, hingî ev kar nameşe. Ji ber ku ew ziman di gen ên te de heye. Tu herî ba dikare bi zimanê xwe yê dayikê wî ruhî, wê nasnameyê, wê hezkirinê vebêje. Kurdî be Kurdî, Lazî be Lazî.
Aliyê hevpar ê me hemûyan mirovbûn e. Bawerî, zman û ola te ferq nake. Eger em bi hezkirinê nêzî hev bibin, hingî em ê gava herî mezin biavêjin. Ya jê û pê ve wê bi hêsanî be. Di bingeha aştiyê de hezkirin û edalet heye.”
‘DIVÊ HÎN ŞÊNBER Û BI LEZ BE’
Muzîsyen Cahît Berkay anî ziman ku şênberiya pêvajoyê ji aliyê xurtbûna bingeha wê ve girîg e û got, “Di pêvajoyê de divê teqez gavên bi lez werin avêtin, lê belê nêzîkatiyeke welê jî neyê nîşandan ku weke tiştek nîne. Eger bi wî rengî be hingî wê li ser hîmên xurt neyê danîn. Divê ev kar êdî li ser hîmên xurt bê bicihkirin
Ez bi xwe gihîştime 80 salî. Temen hat 90 salî, yan jî pitikên nû ji dayik bûne. Divê mirov li van bifikirin. Pêwîstiya vî welatî bi lezgînî bi aramiyê heye. Aboriya vî welatî, rewşa wê ya polîtîk, her tişt li holê ye. Yanî pêwîstî pê nîne ku mirov li ser van biaxivin, em hemû dibînin.
Ez bi fikar im, lê her tim bi hêvî me. Min hêviya xwe ti carî ji dest neda. Timî bi hêvî me. Ji ber ku ez ji te hez dikim, ji xwe hez dikim. Ya ku vî karî ji bingehê ve bêkêmasî çareser bike ew hezkirin e.”

