Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bandorên pêşnûmeya qanûna ku desthilatdariya AKP’ê anî Meclîsê berdewam dikin. Naveroka qanûnê li hemû qadên civakê tê nîqaşkirin. Raya giştî bi mereqeke mezin li benda pêvajoya piştî ku qanûn bikeve meriyetê ye.
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk aji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin de Tirkiye cara ewil li gel sererastkirineke qanûnî xwe amade dike ku pêngavekê biavêje. Qanûna ku hatiye Meclîsê ji hemû aliyan ve di nava raya giştî de bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin û tê nîqaşkirin.
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Azîz Tûnç ê di dema operasyonên KCK’ê de hate girtin, demeke dirêj li girtîgehê ma û salên dirêjli sirgûnê ma, têkildarî qanûnê ji ajansa me re axivî.
‘BI RÊYA MUZAKEREYAN EM HATINE VÊ SERDEMÊ’
Azîz Tûnç, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku em ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin û ev yek anîn ziman: ‘’Weke ku hemû caran tê diyarkirin, ev qanûn weke qonaxeke girîng a pêvajoyeke dîrokî hatiye Meclîsê. Di vê pêvajoyê de têkoşîna azadiya Kurdan li şûna têkoşîna çekdarî biryar da ku bi rêyên demokratîk têkoşîna xwe ya mafan bidomîne.
Ev biryar bû wesîle ku pêvajoya şer û pevçûnan, xwîn û êşê bi dawî bibe. Di vê qonaxa pêvajoyê de hatina vê qanûnê ya Meclîsê jî tê wê wateyê ku hebûn û daxwazên Kurdan derbasî li ser zemîna hiqûqî-siyasî bûne. Weke tê zanîn bi hêsanî negihîştinvan rojan. Bi rêya nîqaş û muzakereyên ku ev nêzîkî du salan e berdewam dikin, ev qanûn derketiye holê.’’
‘JI BO BINDESTAN SERDEMEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DEST PÊ DIKE’
Azîz Tûnç, di dewama axaftina xwe de îfade kir ku qanûn ne qanûneke bisêhr e, destnîşan kir ku li gel vê qanûnê berbehs di têkoşîna bindestan de serdemeke nû dest pê kiriye û got: ‘’Helbet ev qanûn ne qanûneke bisêhr e ku hemû tiştan çareser bike. Berovajî wê eşkere ye ku di vê qanûnê de tu daxwazên têkildarî mafên demokratîk û azadiyan cih nagirin. Lê belê demokratîkbûyîn hem weke encama pêvajoyê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi awayekî adilane hem jî ji aliyê daxwazên maf û azadiyên hemû derdorên civakî ve lezgîn û bivênevê ye.
Lê belê nabe ku em li bendê bin hemû pirsgirêk bi qanûnekê werin çareserkirin ku ev yek ne li gorî rastiyên civakî û siyasî yên welat e. Ji ber vê yekê ye ku Birêz Ocalan jî diyar dike ku ev rêyeke dirêj û dijwar e, ev qanûn pêngaveke rêya bi hezar kîlometreyan e. Jixwe roleke mezin a Birêz Ocalan çêbû. Bi taybetî divê ev yek were tespîtkirin. Ji ber wê yekê li gel vê qanûnê ji bo hemû bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kiriye.’’
‘TÊKILDARÎ SEPANDINA QANÛNÊ HIN XALÊN KU DIVÊ WERIN EŞKEREKIRIN HENE’
Nivîskar û siyasetmedar Azîz Tûnç, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li sirgûnê tenê ji ber ku siyaset kirine bi hezaran mirovhene û ev yek anîn ziman: ‘’Bi hezaran mirovên ji ber ku tenê siyaset kirine, neçar mane li sirgûnê bijîn, di nava kelecana vegerê de ne. Tê qebûlkirin ku ev qanûn derfeteke bi vî rengî pêşkêş dike. Sirgûnên serdemên dawîn, bi giştî mirovên ku xwe gihandibûn astêndiyar bûn. Vê yekê hînbûnavan mirovan a li cihên çûne dijwar kiriye. Ji bervê yekê daxwaza vegera sirgûnên serdemên dawîn xurttir e. Lê belê her çend tê payîn ku qanûna heyî derfeta vegerê dabîn bike jî di nediyariyên qanûnê û mijarên sepandina wê de hin xalên ku divê werin eşkerekirin hene.’’

