Vê sibehê rejîma Îranê bi dronan êrîşî baregeha Komela Zehmetkêşên Kurdistanê ya li sinorê Silêmaniyê kir.
Di derbarê mijarê de Endamê Komîteya Navendî ya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Hisên Pena, ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got, “Vê sibehê rejîma Îranê êrîşek berfireh ya bi dronan li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêkanî. Di çarçoveya van êrîşan de baregeh û navendên partiya me jî hatin hedefgirtin.”
Emced Hisên, eşkere kir ku xaniyê yek ji endamên mekteba siyasî ya partiya wan ya li Bangewre a li nêzî Zirguwêz jî hatiye hedefgirtin.
Emced Hisên, diyar kir ku tu ziyanek canî negihiştiye endamên partiya wan.
Li gor amarên dawî ji despêka şerê DYE-Îsraîl û Îranê ya ji meha Sibata 2026’an ve, heta niha rejîma Îranê zêdetirî 960 caran bi mûşek û dronan êrîşî ser Herêma Kurdistanê kiriye.
Di encama van êrîşan de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 160 kes jî birîndar bûne.

