Pêşniyara qanûnê ya “Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekitiya Civakî” ku li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê dihat nîqaşkirin, hat qebûlkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Zulkuf Uçar, Onur Duşunmez û Newroz Uysal Aslan li ser bendên pêşniyarê axivîn.
Zulkuf Uçar, diyar kir ku ev pêşniyar di serdemeke dîrokî de ku mafên gelê Kurd û hewcedariya guherîna dewletê digihêjin hev, hatî amadekirin. Uçar, got ku ev qanûn ji bo demokrasî, azadî û misogerkirina mafên Kurdan destpêkek e û destnîşan kir ku divê hin îstısna bêne rakirin û nediyariyên hiqûqî bêne çareserkirin.
Onur Duşunmez, jî diyar kir ku divê ev qanûn rê li ber gavên demokratîk yên piştre veke û got ku hin îfadeyên di qanûnê de dibe ku di pratîkê de bibin sedema windakirina mafan û pêşniyar kir ku madeyên li ser sûcên terorê bi sûcên ku tundî û zorê dihewînin re bêne sînorkirin.
Newroz Uysal Aslan, jî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ji serdema pevçûnan derbasî qonaxa hiqûq û demokrasiyê bûye û got ku ji bo tevlîbûna Kurdan a di Komarê de ev qanûn xwedî giringiyeke dîrokî ye.
Newroz Uysal Aslan, xwest ku demên dirêj yên girtîgehê bêne kurtkirin, girtiyên nexweş û yên ku demeke dirêj e girtî ne bêne berdan û qada siyasetê ya demokratîk bê firehkirin. Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser girîngiya tevlîbûna çalak a jinan di pêvajoyê de ji bo aştiya civakî.
Piştî axaftinan bendên din hatin nîqaşkirin û pêşniyara qanûnê ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin.

