Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl têkildarî êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê daxuyaniyek da.
Mehmûd Xelîl êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê yên vedigeriyan warê xwe şermezar kirin û diyar kir ku armanc jê kiryarên ferdî têkbirina ewlehiyê, astengkirina vegera koçberan û lawazkirina hewldanên entegrasyonê ne.
Mehmûd Xelîl bi domdarî got: “Di çarçoveya bersivdana bilez a van bûyeran de, Hêzên Ewlekariya Hundir dest bi girtina tedbîrên ewlehî û qanûnî yên pêwîst kirine. Di vê çarçoveyê de, hejmarek ji kesên têkildar bi van bûyeran hatin girtin. Lêbelê, operasyonên lêgerîn û lêpirsînê li dijî kesên din ên têkildar hîn jî didomin, da ku li gorî qanûnê bên hesabpirsîn.”
Mehmûd Xelîl anî ziman ku dê pêşî li her aliyên ku hewl didin sûdê ji rewşa heyî werbigirin û tevliheviyê çêbikin bigrin.
Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl got, ji bo parastina ewlehiya welatiyan, rêwîtiyên vegerê bo bajarê Serêkaniyê bi awayekî demkî hatine rawestandin û wiha domand “Piştî ku rewş aram bibe û parastina tevahî ya ji bo kesên vedigerin were misoger kirin, rêwîtî dê ji nû ve dest pê bikin.”

