Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Şengalê: Komplo wê bi fikra neteweya demokratîk têk biçe
Kurdistan

Xelkê Şengalê: Komplo wê bi fikra neteweya demokratîk têk biçe

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eger em berxwedana xwe mezin bikin, em ê xwe bigihîn azadiya Serok Apo."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komplo û peymanên li ser ser gelan berdewam dikin û ev peyam hate dayîn: ‘‘Eger em berxwedana xwe mezin bikin,  em ê bikarin komployan bi temamî têk bibin û  xwe bigihînin azadiya xwe û azadiya Serok Apo.’’

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, civaka Êzidî ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên Êzidiyan ji bo sê rojan konê çalakiyê hate vedan.  Çalakiya konvedanê ya li Baxçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê, piştî 3 rojan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 

Ji bo konê çalakiyê ya bi dirûşmeya; ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin e’ di nava sê rojan de gelek seredan çêbûn. Li konê çalakiyê peyam hatin dayîn û ji aliyê Tevgera Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê ve standa pirtûkên Rêber Apo hate vekirin.  Her wiha di nava van 3 rojan de bi hezaran endamên sazî, meclisên gund û taxan ên Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê heremê seredana konê çalakiyê kirin.Daxuyaniya çalakiya konvedanê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ve hate xwendin.

Naveroka  daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘BERXWEDANIYA GEL Û FIKRÊN SEROK APO HEMÛ KOMPLO VALA DERXISTIN’

‘‘Meha Cotmehê meha komployan e. Komploya yekemîn di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo çêbû. Di dîroka gelan da yekî wekî Rêber Apo pir kem tê dîtin.  Rêber Apo li dijî hêzên desthilatdar ku mafê gel û jinan dixwarin û koletî li ser wan ferz dikirin, bi fikir û felsefeya azadiyê şerekî mezin dide û mafên gelan diparêze. Lewma hêzên desthilatdar di pêşengiya Emerîka û NATO’yê de bi komployeke bêbext û dirû Rêber Apo hedef kirin û girtin. Komploya duyemîn, di 9’ê Cotmeha 2019’an de li hemberî Rojava pêk hat. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Esas dixwestin ku erişî hemû Rojava bikin û  Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava ji hole rakin û têk bibin.  Komploya sêyemîn jî  di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de û bi erêkirina Emerîkayê li dijî Şengal û Êzidiyan pêk hat. Bi vê peymanê jî xwestin Şengalê careke din têxin bin destê pêşmergeyên PDK û dewletê Iraqê de, da ku fermana 2014’an temam bikin. Her çi qas di her sê komployan de zirara mezin gihiştibe gelê me jî lê bi berxwedana Serok Apo û gel ev komplo negihiştin hedefa xwe. Ev nîşan dide ku heger em berxwedana xwe li hemberî dijminan mezin bikin em dikarin komployan bi temamî tek bibin.

‘IRAQA KU NIKARE XWE BIPARÊZE WÊ ÇAWA ÊZIDIYAN BIPARÊZE?’

Di 3’yê Tebaxa  2014’an de di navbera Dewleta Tirk, DAÎŞ û PDK’ê de tifaq çêbûn û pêşmergeyan xwe ji Şengalê paş de kişandin û reviyan. Ji xwe Iraq nikaribû xwe li hemberî DAİŞ’ê biparasta û bajarên wê ketin destê çeteyên DAÎŞ’e.  Wê vê dewletê wê çawa parastina gelê Êzidî bikira? Piştî êrîşa DAÎŞ’ê li Şengalê felaketeke mezin hat serê me Êzidiyan. Eger di kêliya dawî de, gerîlayên azadiyê mudaxale nekiriba Êzidiyek jî ji fermanê rizgar nedibû û wê qirkirinek mezin pêk bihata. Piştî fermana 2014’an, 9’ê Cotmeha 2020’an wekî tiştek nebûye, bêyî ku hesabê fermanê 2014’an bidin, Dewleta Tirk, PDK, Iraq û Emerîkayê peymana îdareya berî fermanê bi hev re mohr kirin. Yanî careke din xwestin ku Êzidiyan bê parastin û bê îrade bihêlin û Êzidyan di nav lepê DAÎŞ’ê de bimînin. Jixwe dewleta Iraqê niha jî di xeteriyeke mezin de ye. Dibe ku her kêlî Îsrail û Emerîka êrişî komên mîna Haşdi Şabî û gelek komên din ên bi ser dewlete Iraqê ve ne bikin. Yanî weke sala 2014’an, Iraq niha jî nikare ne xwe û ne jî Êzidiyan biparêze.

‘WÊ HEMÛ KOMPLO BI FIKRA NETEWA DEMOKRATÎK WERIN PÛÇKIRIN’

Jixwe em parastina xwe ji kesekî naxwazin. Em dizanin û me ji dîroke ders derxistiye ku yê nikaribe xwe biparêze, kes nikare wî bipareze û napareze jî. Di encama vê peymana 2024’an a di navbera PDK, dewlete Tirk û Iraqê de û çend rojan piştî salvegera fermanê bêyî  sedem û ji nişka ve biryara girtina PADÊ dan. Ev hemû nîşan dide ku ne ferman ne jî komplo hîn bi temamî bi dawî nebûne. Em dikarin bes bi fikra Netewa Demokratîk hem komployan vala derxin hem jî hêviya yekîtî û tifaqa gelan ava bikin û xwe û welatê xwe biparêzin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta rojnamevanan çû seredana xebatkarên Chatr Prodûksiyonê
Nûçeya Pişt re Lehî û hezazên li Hindistan û Bangladeşê: Herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Şerê me hebûna me îfade kir’

Çeteyên DAÎŞ’ê ji sê aliyan ve ber bi navenda bajarê Kobanê ve pêş ve dihat…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Danîmarkayê yekem şopa nivîsê li ser kêrekê hat dîtin

Muzexaneya Odenseyê ya Danîmarkayê, roja Sêşemê ragihand ku arkeologan kêrek piçûk ku 2 hezar sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinek, gerîlayek, senarîstek: Edûlê

Edûlê wek gerîlayeke jin li ser çiyayên azad li ser Serokatî senaryoyek nivîsî ye. Dibêje,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?