Ji bo bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê gav hatin avêtin, lê li herêmê bûyerên ewlekarî û provokasyon didomin.
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso têkildarî van bûyeran, ji ANF’ê re axivî.
‘ZIHNIYETA NÎJADPEREST A KU KURDAN RED DIKE, LI QADÊ YE’
Hiso Peymana 29’ê Çileyê ya navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser hatî îmzekirin, bi bîr xist û got, “Provokasyon her roj zêdetir dibin. Ev zihniyeta nîjadperest a ku berê Kurd red kirine, îro li qadê ye. Dixwazin êrîş bikin û naxwazin entegrasyon pêş bikeve. Naxwazin diyalog çêbibe. Her tim dixwazin bi komplo û provokasyonan bi ser me de werin û Peymana 29’ê Çileyê û pêvajoya entegrasyonê xirab bikin.”
Hiso diyar kir ku hin kes li ser medyaya dîjîtal van provokasyonan organîze dike û ji herêmên din koman teşwîq dike da ku li Hesekê kom bibin. Hiso got, “Dixwazin navbera Kurd û Ereban şer derbixin. Lê belê Kurd û Ereb ji van provokasyonan, mezintir in.”
Hiso bilêv kir ku her diçe provokasyon belavî qadên hîn berfirehtir dibin û got, li taxên cuda yên Hesekê hewldanên heman jî çêbûn.
‘DAÎŞ DIBE VÊ REWŞÊ FIRSEND BIBÎNE’
Hiso destnîşan kir ku pêkhateyên li herêma Cizîrê li dijî provokasyonan helwesteke xurt raber kiriye û bi bîr xist ku di bûyeran de endamekî Ewlekariya Hundirîn û sê sivîl birîndar bûn. Hiso ragihand ku Wezareta Karên Hundir hîna daxuyanî nedaye û ev hişyarî kir, “Divê bûyerên nîjadperest û olperest bên astengkirin. Vekişîna DYE’yê jî pêşiya DAÎŞ’ê car din vekir. Li vir DAÎŞ jî heye û wê vê yekê weke firsend bi kar bîne.”
‘GELÊ KURD ŞER NAXWAZE’
Hiso diyar kir ku li Hesekê rewş aram bûye û gel ji bo parastina bajêr bi baldar tevdigere û îfade kir ku komên provokasyonan dikin ji Şedadê, Dêrazor û Til Berakê tên. Hiso ragihand ku ala neteweyî ya Sûriyeyê weke hincet tê nîşandan û anî ziman ku hedef esas redkirina ziman, nasname, sembol û îradeya Kurdan e. Hiso got, “Gelê Kurd aştî, diyalog, jiyana hevpar û aştiyê dixwaze. Lê belê yên din hewl didin şer û fitneyan derbixin.”
Hiso herî dawî bang kir ku Kurdên li Hesekê û herêmên din bi baldar bin û nekevin xefka provokasyonên komên nîjadperest. Hiso diyar kir ku mafê gelê Kurd ê parastina hebûn, ziman, erdnîgarî û mafên xwe heye û destnîşan kir ku divê bi pêkhateyên cuda re jiyana hevpar û helwesta aştiyane were parastin.

