Di her serdemeke dîrokî de yên mîna Dehaqan derketine. Bêguman Kawayên weke gulên berfînê serê xwe li hemberî zilma wan Dehaqan rakirine û civaka xwe parastine jî derketine holê. Rêber Apo jî bû Kawayê sedsala 20’emîn. Bû rizgarvanê civaka ku li ser jin û ciwanên wê hişmendiya kujeriyê û koletiyê hatibû ferzkirin. Ew bû parêzvanê civakên bindest ên Kurd, Êzidî, Elewî, Durzî, Suryan û Ermenan. Bû pêşengê xwişk-biratî û yekîtiya gelan. Komploya 9’ê Cotmehê li hember vê sekna bi heybet û bi bandor pêş ket. Di rastiyê de komplo li hember felsefeya civaka komînal û demokratîk bû. Ji ber hêza Rêber Apo ji hêza komplogeran mezintir bû, ew komploya ji milê gelek dewletên sermayedar û sudmend ve hatibû plankirin hat pûçkirin. Rêber Apo bi hêza aqilê xwe, hunera xwe ya siyasî û bîrdozî ew plan û komplo vala derxist, nehişt ku komploger bigihîjin armancên xwe.
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, dest pê kir ne komployeke ji rêzê bû. Komployeke di şexsê Rêberê Gelê Kurd de tenê neteweya Kurd armanc nekiribû. Wan komplogeran têkbirina Rojhilata Navîn û tevahî nirxên mirovahiyê kiribûn armanc. Ji lew re tevahî cîhanê dizanî ku hedefa esasî ya vê komploya bêbext a pêşengiya wê hemû hêzên hegemon, dewletên netewe û sermayeparêz dikin, ew bû ku perdeyek reş û tarî biavêjin ser tevahî mirovahiya azadîxwaz û demokratîkxwaz. Ji bo her kesî bixin bin banê hukimraniya xwe ya zalimperwer ev plangerî meşandin. Ya din ji ber felsefeya Rêber Apo felsefeyek cîhanî bû, dema komplo pêk hat, ji her çar aliyên cîhanê mirov rabûn ser piyan û bi tundî ew komplo şermezar kirin û bi yek dengî xwedî li Rêbertî derketin. Ji ber dîlgirtina Rêber Apo, wekî dilgirtina xwe dîtin.
Bi dirûşme û şîara, “Kes nikare roja me tarî bike” bi sedan kesên bi rûmet û xwedî keramet li dora Rêbertî bûn xelekek ji agir. Bedena xwe dane ber agir û çalakiyên canbexşane li dar xistin. Ev tê wateya ku felsefe û kesayeta Rêber Apo ji dil tê pejirandin û hezkirin. Li dijî pergala ku mirovahiyê ber qedandinê ve dibe, raperîna bi felsefeya kesekî wêrek û zana dest pê kir şaxên xwe li tevahî cîhanê belav kir. Di roja me ya îro de bi vê felsefeyê bingehê civaka demokratîk hate danîn. Di heman demê de felsefeya mijara gotinê, felsefeya “jin jiyan azadî” pêş xist û ji bo tevahî jinan bû rêya xwegihandina jiyana azad. Felsefeya civaka demokratîk derxist pêş. Serdema kujerê kastîk bi dawî kir û rûpoşa pergala kujer anî xwar. Rêber Apo bi sekn, jîrbûn û siyaseta xwe nehişt ku ew komploya ji aliyê gelek hêzên hegemon ve hat lidarxistin bigihije armanca xwe û ew bê bandor kir.
Rêber Apo ev komplo wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kiribû. Di rastiyê de jî wiha bû. Ji dema komployê heta niha şer û pevçûn li herêmê nesekinîne. Her diçe rewş aloztir dibe. Ji bo astengkirina rêyên çareseriyê jî hêzên hegemon di nav hewldanên mezin de ne. Ev rewşa mijara gotinê di şexsê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê, Xeze, Îran, Yemen, Efganistan, Ukrayna û hwd. de rû dide. Jixwe li gelek welatên mîna Iraq, Libya û Misrê serhildanên gelan çêbûn. Gelek serok ji ser textê desthilatê hatin daxistin û tesfiyekirin. Hêzên komploger ji bo nexweşiya xwe ya deshilatê ya kronîk bûye biparêzin, mirovahî hemû dane ber çerxeke tûj a qirkirinê. Ji lewra em dibînin li Rojhilata Navîn ti carî rijandina xwînê nesekiniye. Koçberî her diçe zêde dibe û kêm nabe. Hişmendî û rêxistinên cîhadîst û gelek komên kujer yên mîna DAÎŞ’ê tên avakirin û xwedîkirin.
Di nav civakê de di bin navê olê de çanda tundî û destdirêjiya li ser jinê; dizî û talaniyê li ser civakê ferz û rewa dikin. Êrîşên hovanê yên îro jî tên meşandin li ser herêmê û bi taybet jî li ser gelê Kurd, hêrsa bisernexistina Komploya 9’ê Cotmehê ye. Vê carê dixwazin bi rêbazên cuda bigihijin encamê. Lê têkoşîna civaka bi rêxistinkirî nahêle êdî ew hêzên komploger bi kêfa dilê xwe tevbigerin. Êdî siyaset û niyeta wan ji milê civakê ve bi hêsanî tê dîtin û xwendin. Hewldanên komplogeran ên qirkirina gelê Kurd berdewam e. Her diçe ev komplo kûrtir û mezintir jî dibe. Ji lew re pêwîst e di serî de civaka Kurd û hemû mirovahiya azadîxwaz li hember van komployan hişyar bin û têbikoşin. Ji bo valaderxistina pergala komploger, pêwîst e têkoşîna civakê di asta herî bilind de bê meşandin.
Careke din ez komploya navneteweyî şermezar û rûreş dikim. Wê têkoşîna me ji salên rabîrdû hîn xurtir û mezintir be. Bi vê mebestê careke din şehîdên vê heyvê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim. Em ê hedef û armancê wan pêk bînin û wan di roja xwe de bidin jiyandin. Em ê komploya li ser gelê Kurd, di şexsê Rêber Apo de têk bibin û ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, têkoşîna xwe xurtir bikin. Em ê tekez azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

