Xwendekarên zanîngehê li dijî zêdebûna xizanî û pirsgirêkên wargehên xwendekaran têkoşînê dikin. Xwendekarekî Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ÎTU), ji ber ku di qonaxa ewil de pola amadekariyê derbas nekir, ji wargeha KYK’ê hat derxistin. Xwendekarê ku cîhekî wî yê mayînê tune bû, bi rojan di pirtûkxaneyê de ma û ji bo domandina perwerdeya xwe neçar ma ku bixebite.
Ji Tevgera Em Nikarin Cihê Mayînê Peyda bikin Senem Çelîk, diyar kir ku pirsgirêkên ku xwendekar dijîn tenê bi krîza aborî ve ne girêdayî ne û got ku di heman demê de kêmasiya rêveberî û kontrolê ya di zanîngehan de jî maxduriyetan zêde dike.
XWENDEKARÊN ‘NE SERKETÎ’ YÊN KU NEÇAR TÊN HIŞTIN DI KRÎZA ABORÎ DE BIXEBITIN
Zêdebûna kirêyên xanî û wargehên taybet, xwendekaran neçarî wargehên KYK’ê dike. Xwendekarên ku ji bo debara xwe neçar in bixebitin, dema ku nekarîn dema pêwîst bidin dersên xwe weke xwendekarên “ne serketî” tên dîtin û ji mafê xwe yê mayîna wargehê bêpar dimînin.
Senem Çelîk, behsa tiştên ku xwendekarê ÎTU’yî jiya kir û wiha got: “Hevrêyek me yê ÎTÜ’yî ji destpêka qonaxê ve carna di pirtûkxaneyê de, carna jî li malên hevalên xwe ma, da ku roja xwe temam bike û xwendina xwe bidomîne. Sedema ku hevalê me bi vê rêyê hewl dide perwerdeya xwe bidomîne ew e ku neçar e bixebite. Ji ber vê yekê neçar ma xwendina xwe dubare bike.”
Senem Çelîk, got ku xwendekar ji bilî wargeh û xizaniyê, bi pirsgirêkên weke windakirina kalîteya perwerdeyê, zayendperestî, tacîz û pêknehatina mekanîzmayên demokratîk ên di zanîngehan de jî, re rû bi rû dimînin. Senem Çelîk, teqez kir ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê beşên cuda têkoşîneke hevpar bimeşînin.
‘DI XWARINGEHA WARGEHAN DE SALA BORÎ ZÊDETIRÎ HEZAR XWENDEKAR JEHRÎ BÛN’
Senem Çelîk, da xuyakirin ku zanîngeh mîna şirketan tên rêvebirin û xwendekar ji pêvajoyên biryardanê tên dûrxistin. Senem Çelîk, bal kişand ser xwemalîkirina xwaringehên li wargehên KYK’ê û got ku sala borî zêdetirî hezar xwendekar ji xwarina wargehê jehrî bûne û tevî gilîyên ku berê li gelek wargehan hatibûn kirin jî tu tedbîr nehatine girtin.
Senem Çelîk, diyar kir ku mafê wargehê mercên ewle û hêsan jî di nav xwe de dihewîne û got: “Lê têgeha Wezareta Ciwan û Werzîşê ya ji bo wargehan ji ‘çar dîwar û banekî’ wêdetir naçe.”
‘DI DEMA BORÎ DE DI WARGEHÊN KYK’Ê DE 15 XWENDEKARAN XWE KUŞT YAN JÎ BI AWAYEKÎ GUMANBAR JIYANA XWE JI DEST DAN’
Senem Çelîk, da zanîn ku di dema borî de herî kêm 15 xwendekaran di wargehên KYK’ê de xwe kuştine yan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe jidest dane û bala kişand ser bandora mercên wargehê ya li ser tenduristiya derûnî û fizîkî ya xwendekaran.
Senem Çelîk, anî ziman ku di dema nû de dixwazin piştevaniya di navbera xwendekaran de mezintir bikin û teqez kir ku tevgera hevpar ji bo derbasbûna hesta bêçaretiyê û afirandina çareseriyê girîng e.
‘ZEREN, ENES Û MEHMET SAMÎ BÛN SEMBOLÊN TÊKOŞÎNA ME’
Senem Çelîk, diyar kir ku Zeren Ertaş, Enes Kara û Mehmet Samî Tugrul ku di wargehan de jiyana xwe jidest dane, bûne sembolên têkoşîna xwendekaran a ji bo mafê jiyanê. Senem Çelîk, got ku divê bêewlehî û bêkontroliya di wargehan de bi dawî bibe.
Senem Çelîk, her wiha anî ziman ku daxwazên xwendekaran bi gotina “budçe tune ye” tên redkirin, lê di navbera Çileya 2023 û Hezîrana 2026’an de ji budçeya Wezareta Ciwan û Werzîşê 7,4 milyar TL ji bo weqf û komeleyen cuda hatine şandin û piştgirî ji bo terîqetan hat dayîn.
‘DI DOZA ZEREN ERTAŞ DE JI BO HER 5 MEMÛR BIRYARA BERAATÊ HAT DAYÎN’
Senem Çelîk, bi bîr xist ku di doza Zeren Ertaş de her pênc memûran beraat kirine û got ku ji bo ku berpirsyar hesab bidin û destketiyên xwendekaran mayînde bibin, divê piştevanî bê xurtkirin.
Senem Çelîk got: “Heta niha me nedît ku patronê holdîngekî yan jî memûrek ku ji mirin û xizaniyê berpirsyar e, hatibe darizandin. Ji bo ku em ji berpirsyaran hesab bixwazin û destketiyên ku di wargehan de hatine bi dest xistin mayînde bikin, divê em bibin yek. Ji bo vê yekê em bi têkoşîna xwe ya hevpar bawer in.”

