Pêvajoya ku li gel Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 25’ê Sibata 2025’an de li gel raya giştî parve kir, dest pêkir nêzîkî sala xweya duyemîn dibe û piştî qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê hate qebûlkirin her kesî berê xwe daye pêngavên ku wê werin avêtin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak têkildarî pêvajoyê ji ajansame re axivî.
‘DIVÊ MGK BERPIRSIYARYA XWE YA DÎROKÎ BI CIH BÎNE’
Vezîr Coşkûn Parlak di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku piraniya kesên ku li Meclîsê deng dane qanûna çarçoveyê berpirsiyariyeke dîrokî girtine sermilên xwe û divê heman berpirsiyarî ji aliyê MGK’ê ve jî were nîşandan û got:
‘’Ti feydeyên gîrokirina pêvajoyê û têkildarî sepandina qanûnê derengstandina biryarê ji Tirkiyeyê re tune ne. Berovajî wê pêvajoyeke wiha ya gîrokirinê dibe ku zirarê bide û karê derdorên sabotajker hêsan bike. Ger Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) pirsgirêka Kurd bes bi çekan re sînordar bike û weke meseleya ewlehiyê bibîne, wê bibe israra nêzîkatiyên beriya niha. Divê MGK vê pêngava dîrokî ya ku pêşiya Tirkiyeyê veke û sedsala li pêşiya me diyar bike, dereng nexîne.’’
‘DIVÊ CESARETA RÛBIRÛBÛNA PIRSGIRÊKA KURD WERE NÎŞANDAN’
Vezîr Parlak piştre diyar kir ku di serê desteyên ku divê li ser zemîna hiqûqî û siyasî rûbirûbûna pirsgirêka Kurd pêk bîne de MGK heye û ev yek anîn ziman:
‘’Divê cesareta ku parlamentoyê nîşan da, nîşan bide. Divê MGK jî pêvajoyê rast binirxîn û li gorî wê helwestê nîşan bide. Yek ji pêngavên herî girîng, komîsyon e ku li ser israra Rêber Apo li Meclîsê hate avakirin. Li gel vê komîsyonê hevdîtinên Rêber Apo yên li gel dewletê fermî bûn. Pirsgirêka Kurd li gel qanûna çarçoveyê, bi gotina Rêber Apo derbasî ser ‘’zemîna hiqûqî û siyasî’’ bû. Hem parlamento hem jî Serokkomarî û saziyên girêdayî wê daxilî pêvajoyê bûn û ev yek jî pêngaveke girîng e. Li gel vê yekê bi tevahî dewlet jî daxilî vê meseleyê bû.’’
‘DIVÊ RÊBER APO MUXATAB WERE GIRTIN’
Parlamenter Vezîr Coşkûn piştre bal kişand ser berpirsiyariya Serokkomariyê û ev yek anîn ziman: ‘’Di çarçoveya qanûna çarçoveyê de Desteya Şopandin û Nirxandinê ya di bin banê Serokkomariyê de hate avakirin û avakirina çar desteyên girêdayî wê, ji aliyê birêvebirina xebatan ve qonaxeke girîng e. Ji ber ku bi awayekî rasterast berpirsiyarî daye ser milên meqamê dewletê yê herî bilind. Serokkomarî gihîştiye wê xalê ku statuya hiqûqî ya Rêber Apo nas bike û Rêber Apo weke muxatab bigire. Helbet ev yek ji aliyê pêşeroja Tirkiyeyê ve gelekî girîng e. Ev sal û nîvan e hewl tê dayîn ku pêvajo bi awayekî ne fermî were birêvebrin. Li gel van desteyan rê vebûye ku pêvajo bi awayekî fermîtir û li ser zemîneke hiqûqî were birêvebirin. Çareserkirina pêvajoyên şer û pevçûnan ên bi rêyên aşitiyane, li gel afirandina zemîna diyalogê pêkan e. Ev zemîn demeke dirêj e hatiye afirandin û bi saya vê yekê bûye sedem ku pêngavên dîrokî werin avêtin.’’
‘DIVÊ LI ÎMRALIYÊ ŞERT Û MERCÊN XEBITÎNA AZAD WERIN DABÎNKIRIN’
Vezîr Cokûn Parlak di dewama axaftina xwe de îfade kir ku divê şert û mercên Îmraliyê werin guhertin, diyar kir ku divê derdorên cuda bikaribin biçin Îmraliyê û got: ‘’Divê deriyên Îmralıyê werin vekirin û derdorên cuda bikaribin biçin Îmraliyê. Ev yek jî li gel hiqûqeke fermî pêkan e. Divê weke pêşanî tişta were kirin ew e ku pêngavên ku baweriyê didin werin avêtin. Bo nimûne divê tavilê qanûna çarçoveyê fermî bibe û girtî werin berdan û kesên derveyî welat bikaribin werin. Li gel van hatinan mafên wan ên kirina siyaseta demokratîk were naskirin.’’
‘DIVÊ PÊŞIYA HEMWELATÎBÛNA WEKHEV A KURDAN WERE VEKIRIN’
Parlamenter Vezîr Coşkûn Parlak di dawiya axaftina xwe de got ku piştî çêbûna atmosfera baweriyê divê sererastkirinên yasayî yên nû yên têkildarî entegrasyona demokratîk û demokratîkbûyînê werin kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Ev pêngavên şênber, wê nebaweriya heya niha hinekî ji holê rake. Li gel qanûnên têkildarî entegrasyona demokratîk û demokratîkbûyînê ên piştre werin derxistin divê pêşiya hemwelatîbûna wekhev a Kurdan were vekirin.’’

